Li Koreya Başûr wê di 3ê Hezîranê de hilbijartin bên kirin

PeyamaKurd - Li Koreya Başûr Serokomarê berê Yoon Suk Yeol ji wezîfeyê hat dûrxistin, ji bo diyarkirina serokomarê nû wê di 3yê Hezîranê de hilbijartin bên kirin.
Li gorî nûçeya ajansa Yonhapê ya Koreya Başûr, li gorî çavkaniyên hikûmetê, tê çaverêkirin ku roja navborî di civîna lijneya wezîran a sibe di bin serokatiya Serokwezîr Han Duck-soo ku bi erkê Serokomariyê re tê lidarxistin de were erêkirin.
Piştî biryara împîçkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn a Koreya Başûr, divê herî dereng di nav 60 rojan de li vî welatî hilbijartinên pêşwext ji bo serokomariyê bên kirin.
Ger roj were pejirandin, li gorî salnameya hilbijartinê wê namzet herî dereng heta 11ê Gulanê serlêdan bikin û xebatên hilbijartinê jî di 12ê Gulanê de dest pê bikin.
Serokkomarê nû wê piştî hilbijartinên 3ê Hezîranê bên kirin dest bi wezîfeyê dike.
Daxuyaniya rewşa leşkerî û pêvajoya împîçkirinê
Serokê serdemê Yoon Suk Yeol di 3yê Kanûna 2024an de bi hinceta "muxalefet di nav çalakiyên li dijî dewletê de cih digire" rewşa leşkerî îlan kiribû, lê bi rakirina vê biryarê bi dengdana meclîsê û erêkirina Lijneya Wezîran neçar ma paşve gav biavêje.
Yoonê ku di dengdana ku di 14ê Kanûna Paşiyê ya 2024an de ji aliyê Meclisa Neteweyî ya Koreya Başûr ve hat kirin de ji wezîfeyê hat xwestin, heta biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê wî de ji wezîfeyê hat girtin.
Dadgeha Destûra Bingehîn di biryara xwe ya di 4ê Nîsanê de, piştî dozê, daxwaza Meclisa Neteweyî ya ji bo îstîsmarê qebûl kir û ji ber ragihandina rewşa leşkerî ji kar dûrxistina Yoon pejirand.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.




