Fermandarê CENTCOMê ji bilî Mazlûm Ebdî li 4 welatan hevdîtin pêk anîn

Fermandarê CENTCOMê ji bilî Mazlûm Ebdî li 4 welatan hevdîtin pêk anîn

PeyamaKurd – Fermandarê CENTCOMê General Michael Erik Kurilla, ji 5 heta 8ê Adarê li Rojhilata Navîn, ji bilî ya li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya li Rojavayê Kurdistanê, li Îsraîl, Urdun Sûriyeyê û Erebistana Siûdî hevdîtin pêk anîn. 

CENTCOMê li ser rûpelê xwe yê Xê ragihand ku Fermandarê Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (CENTCOM) general Michael Erik Kurilla li Îsraîlê, di 5-6ê Adarê de, bi rayedarên ewlehiyê û Lt. Gen. Eyal Zamir, fermandarê nû yê artêşa Îsraîlê re civiya û gotûbêj li ser hevkarîya leşkerî ya bi Amerîkayê re kir. 

CENTCOMê diyar ku general Michael Erik Kurilla Di 6-7ê Adarê de, li Urdinê bi berpirsê artêşa Urdinê Yûsif el-Hnaity re rewşa ewlehiyê û têkiliyên leşkerî gotûbêj kir. 

Herweha hat ragihandin ku li Rojavayê Sûriyeyê, bi fermandarên Amerîkî re û li Rojavayê Kurdistanê jî bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir û şerê li dijî DAIŞê nirxand. 

Ji bilî wan hate gotin ku si 7-8ê Adarê de, li Erebistana Siûdî bi General Feyad bin Hemed el-Ruwaylî û general Saxîe Hamûs Ehmed Eziz, fermandarê Yemenê re axivî û şerê Hûsiyan û ewlehiya herêmî nirxand.

Hate diyarkirin general Kurilla gotiye, “Ev hevdîtin ji bo têkiliyên bi hevkaran re û aramiya herêmê pir girîng in.”

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.