Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li ser şer û pevçûnan daxuyaniyek da

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li ser şer û pevçûnan daxuyaniyek da

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî têkildarî şer û pevçûnên li Sûriyeyê got, "Têkoşîna parastina gelê me dewam dike."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Xê de derbarê geşedanên li bakurê rojavayê Sûriyeyê de agahiyên girîng parve kir. Ebdî derbarê şer û pevçûnên dijwar ên dawî û tevgera leşkerî ya li herêmê de ev nirxandin kir:

“Bûyer bi lez û bez û ji nişka ve li bakur-rojavayê Sûriyê geş bûn û hêzên me ji gelek aliyan ve rastî êrîşên dijwar hatin. Bi rûxandin û vekişîna artêşa Sûriyê û hevalbendên wê re, me destwerdan kir ji bo vekirina korîdoreke mirovî di navbera herêmên me yên rojhilatê Helebê û herêma Til Rifatê de, da ku gelê xwe ji komkujiyan biparêzin.

Lê belê êrîşên komên çekdar ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekkirin, ev korîdor qut dike. Hêzên me bi qehremanî gelê me li Heleb, Tel Rifat û Şahba parastin.

Em kar dikin ku bi hemû aliyên Sûriyê re danûstandinê bikin da ku parastina gelê xwe misoger bikin û wan bi ewle ji herêmên Tel Rifaat û Şahba dûr bixin ber bi herêmên me yên ewle li bakurê rojhilatê welat. Berxwedana hêzên me ji bo parastina gelê me yê li taxên Kurdan ên Helebê dewam dike."

 
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.