Heleb | Piştî civîna Şamê ya şandên HSD û Sûriyê 469 girtiyên her du aliyan hatin berdan

PeyamaKurd – Li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Kurd li Helebê, di çarçoveya peymana 1ê Nîsanê hatibû îmzekirin de, beşa duyem a berdana girtiyên di destê YPGê û deshilata Sûriyê de hate kirin.
Ji bo pêkanîna peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û desthilata Şamê hatiye îmzekirin de, ku girtîgeh ji girtiyan vala bibin, îro 293 dîlgirtiyên meclîsê û 176 endamên desthilata Şamê, wek beşa duyemîn a pevguhertina dîlgirtiyan hatin berdan.
1ê Nîsana 2025an peymanek girêdayî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, di navbera Meclîsa her du taxan a girêdayî Rêveberiya Xweser û desthilata nû ya Sûriyê de, ku ji 14 bendên sereke pêk tê, hatibû îmzekirin.
Di peymanê de benda 12an a girêdayî "valakirina girtîgehên her du aliyan li Helebê û kesên piştî rizgarkirinê hatine girtin, were berdan" bû.
Beşa yekemîn a pevguhertina girtiyan di 3yê Nîsanê de pêk hat. Di wê beşê de 146 girtiyên Kurd û 97 endamên girêdayî desthilata Şamê hatin berdan.
Diviyabû di 28ê Gulanê de beşa duyemîn a pevguhertina dîlgirtiyan pêk were, lê ji ber ku desthilata Şamê qebûl nekiribû şervanên YPJê teslîm bike, ew pêvajo hatibû paşxistin.
Piştî civîna doh 1ê Hezîranê ya di navbera şanda Rêveberiya Xweser û desthilata Sûriyê de li Şamê, ev beşa duyemîn a pevguhertina dîlgirtiyan pêk hat. Ji yek bendên civîna doh ew bû ku "ji nû ve dosyaya taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê were aktîfkirin û hewlên ji bo çareserkirina wê werin dayîn, ku dikeve xizmete aramî û aştiya civakî.
Her du aliyan beşa duyemîn a girtiyan li deriyê Cizîrê yê li başûrê taxa Şêxmeqsûdê ya ber bi herêmên din ên taxên bajarê Helebê, bi hev guhertin.
Bi amadebûna malbatên girtiyên her du aliyan û bi dehan xelkê bajêr pêvajoya pevguhertina girtiyan şopandin.
Ev nivîs 171 car hatiye xwendin.




