Îsmaîl Beşîkçî – Serdana Swêd-Norwecê

Îsmaîl Beşîkçî – Serdana Swêd-Norwecê

PeyamaKurd – Li ser vexwendina Rociwan Yeşîl, em weke Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (ÎBV) çûn Swêdê, Stockholmê. Serokê ÎBVyê Îbrahîm Gürbüz, dema ku behsa serdana Stockholmê dikir, got ku çûyîna Norwecê, Stavangerê jî dê baş be. Ji ber vê yekê, têkilî bi Amed Nudem re hate danîn. Piştî Stockholmê, biryar hate dayîn ku em biçin Stavangerê jî. Di sala 2013an de me Stavanger ziyaret kiribû.

Di 23yê Gulana 2025an de, ez, Serokê ÎBVê Îbrahîm Gurbuz û Endamê Heyeta Mutevelî Celal Temel bi hev re çûn Swêdê, Stockholmê. Li Balafirgeha Stockholmê, Rociwan Yeşîl em pêşwazî kirin. Rociwan kurê hevalê me yê rehmetî Mahmut Yeşîl e, birayê biçûk ê Necîp e.

Balafirgeha Stockholmê ji bajêr bi qasî 40 km dûr e. Rê di nav daristanan re ber bi bajêr ve dirêj dibe. Li aliyekî rê her tim qadeke avî hebû. Min pir caran nikarîbû fêm bikim ka ev av gol e yan çem e.

Jina Rociwan, Hulyayê, bi germahiyeke mezin em pêşwazî kirin. Êvarê, li malê qerebalixeke mezin çêbû. Di nav wan kesan de ku hatin serdana me, xizmên Necîp, Mumtaz Nîmet Aydin, xwişka wî Leyla û zarokên wan jî hebûn.

Di 25ê Gulanê de, li Konfederasyona Revenda Kurdistanî (Komeleya Çand û Xwezayê ya Kurdistanê û Komeleya Aştiyê ya Kurdistanê), rêze-konferansek bi navê “Konferansa Stockholmê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî” hate lidarxistin. Pêşî Celal Temel axivî. Mijara wî “Tehcîra Kurdan a 1916an” bû. Paşê Îbrahîm Gurbuz li ser pirtûka “Sokratesê Serdema Me Îsmaîl Beşîkçî” axivî. Min jî li ser mijara “Kurd/Kurdistan ji 1920an heta îro” axaftinek kir. Di axaftina Celal Temel de moderator Murad Ciwan bû, di ya Îbrahîm Gurbuz de M. Alî Kut, û di ya min de jî Salim Çelîker bû. Bi pirs û bersivan re, civîneke zindî ya ji çar saetan zêdetir dom kir. Rohat Alakom jî ev civîn şopand.

Li Stockholmê, me rehmetî Veysî Zeydanlioglû (1937-2024) jî ziyaret kir. Baran Zeydanlioglû em birin goristanê. Goristan pir mezin bû. Di dawiya salên 1960î de, dema ez çûbûm Tetwanê, Huseyin Mûsa Sagniç (1926-2003) ji bo Veysî Zeydanlioglû gotibû, “Ew yê herî mîlîtan e li Tetwanê.” Wê demê Veysî Zeydanlioglû xwendekarê fakulteya hiqûqê bû.

Şevekê li Stockholmê, em çûn mala Cemîl Gundogan. Bi Cemîl û Meral Gundogan re, em li ser bûyerên aktuel ên Kurdistanê û rojê axivîn.

***

Di 27ê Gulanê de, em ji Stockholmê ber bi Norveçê, Osloyê ve firiyan. Mumtaz Nîmet Aydin em birin Balafirgeha Stockholmê û bi kirîna bilêtan re eleqedar bû.

Li Balafirgeha Osloyê, Amed Nudem, Pale Nujen û zarokan bi alayên Kurdistanê em pêşwazî kirin. Balafirgeha Osloyê jî nêzî 40 km dûrî bajarê Osloyê ye. Her du aliyên rê bi daristanên mezin dagirtî ne. Daristan bi rê re dirêj dibin. Xweza pir zindî ye. Di rê de, me dît ku xezalek ji aliyekî rê derbasî aliyê din dibe.

Fexrîye Xanim bi germahiyeke mezin em pêşwazî kirin. Di sala 2013an de jî, em li heman malê mabûn. Di malê de hin guhertinên biçûk çêbûbûn. Êvarê mal pir qerebalix bû, suhbetê heta derengî şevê dom kir.

Şevekê, em çûn mala Salih Kara. Mala wî pir mezin, du qatî ye. Ev mal li cihekî din hatiye çêkirin û bi çar vîncên mezin hatiye veguhestin û li vir hatiye danîn. Salih Kara û jina wî Rojda, ji Şemzînana Culemêrgê ne.

Di sala 2013an de, di gera Stavangerê de, Salih Kara em di nav deverên çiyayî re biribûn Bergenê.

Mîna Stockholmê, li Stavangerê jî konferansek bi navê “Konferansa Stavangerê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî” hate lidarxistin. Vê carê her sê axaftinên konferansê ji aliyê Amed Nudem ve hatin rêvebirin. Konferans di 29ê Gulana 2025an de pêk hat.

Di 30ê Gulanê de, bi Amed Nudem û Salih re, em çûn havîngehê ya Şoreş li Korshaunê (Lyngdal), ku li başûrê Norveçê ye. Salih got ku em ê li rê bi Rojda re werin bicivin. Li Byrkjedalê, em li dikanekê rawestiyan. Îbrahîm Gurbuz û Celal Temel her yekî kurkek kirî. Ev kurk yê xezalan bû bûn, lê gotina “postê xezalan” rasttir e. Îbrahîm di sala 2013an de jî ji heman dikanê kurkek kirîbû.

Li Berglandê, me bi Kanîwar Xelîl û Azad Xelîl re hevdîtin kir. Rojda jî bi van hevalan re bû. Azad Xelîl ji başûrê Norveçê heta bakurê wê meşekê ji bo Demokrasî û Aştiyê dike. Kanîwar Xelîl û Azad Xelîl du birayên ji Rojavayê Kurdistanê ne.

Azad Xelîl mala ku şeva xwe lê derbas kiribû, li Byglandê nîşanî me da. Ev mal di sala 1650î de hatiye çêkirin û niha weke muzeyekê tê bikaranîn, bi berhemên arkeolojîk dagirtî ye. Gelên Skandînavyayê (Swêd, Norwêc, Danîmarka, Îzlanda, Giravên Faroeyê) weke paşmayiyên Vîkîngan têne nasîn. Giravên Faroeyê jî weke perçeyekî otonom ê Keyatiya Danîmarkayê tê zanîn.

Nêzîkî êvarê, em gihîştin havîngeha Şoreş ya li Korshaunê. Şoreş û Pale Nûjen em li wir pêşwazî kirin. Mal pir mezin e, di baxçe de darên mînan gêlaz û sêvan hene. Me heft kesan li vir 2-3 roj demên xweş derbas kirin. Ji malê, bi rêyên zîqûzîqî, em daketin 40-50 metreyan ber bi qeraxên Okyanûsa Atlasê.

Di 1ê Hezîranê de, Amed Nûdem em heta Balafirgeha Osloyê birin. Li wir Amed Nûdem ji me veqetiya, ji ber ku dê heşt saetan rê biçûya Stavangerê. Li Balafirgeha Osloyê, karên bilêtan bi hevalê Rodî re hatin kirin.

***

Gera deh rojî pir zû derbas bû. Li mala Rociwan, min ji pencereyê dîmenek dît; darek bi heybet bû ku bi bîra min xistibû dareke bi heybet li Baxçeyê/Farqînê. Li Baxçeyê, li ser wê darê bi hezaran çivîkan dikirin çîveçîv. Li ser wê dara li Stockholmê tenê çend qîjok difiriyan. Ji ber ku em her tim çûn cihên din, em careke din neçûn mala Hulya-Rociwan. Min ev hest û ramanên xwe ji Rociwan re negot.

Nîşe: Derbarê van geran de, hin rexne li hevalên weqfê, bi taybetî li Serokê ÎBVê Îbrahîm Gurbuz hatine kirin: “Îbrahîm Gurbuz, çima Îsmaîl Beşîkçî yê 86 salî digerîne, ev ji bo wî nebaş e…” Ez bi dilê xwe tevlî van geran dibim. Heval jî ji bo ku dilê min nemîne, tevlî dibin. Di encamê de, ev ger hem ji bo weqfê hem jî ji bo me hemûyan gelekî bi feyde û sûdmend in. Em van têkiliyan bi gotineke Xalid Sadinî bi dawî bikin: “Ewtîna kûçikan bandorê li ewrên li ezmanan nake.”

Axaftina min a di konferansê de weha bû:

Kurd û Netewperwerî

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, ji bo ku têkiliyên navneteweyî birêkûpêktir û ahengdartir bibin, Cemiyeta Miletan (Cemiyet-i Akvam) hate damezirandin. Di serdema Cemiyeta Miletan de, civaka navneteweyî li hemberî Kurdan neheqiyeke pir mezin kir. Hêzên emperyal ên wê demê, Brîtaniya Mezin û Fransayê, bi hevkariya du dewletên bi hêz ên Rojhilata Navîn, Osmanî/Komara Tirkiyeyê û Şahnişîna Îranê, Kurd û Kurdistan parçe kirin, dabeş kirin. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, dema ku gelek dewletên nû dihatin avakirin, toqekî neletî xistin stûyê Kurd û Kurdistanê. Ev pêvajo, di serdemekê de dihat jiyîn ku prensîba “mafê çarenûsiya miletan” pêk hat. Di wê demê de, li Yekîtiya Sovyetê, Lenîn, Stalîn, Troçkî, û li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Serok Wilson, ev prensîb bi tundî diparastin û ji bo ku ev prensîb li Asyaya Başûr, Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê were cîbicîkirin, gelekî hewl didan.

Di vê serdemê de, ev operasyona li dijî Kurdan û Kurdistanê, weke parçebûna skeletê mirovekî û têkçûna mêjiyê wî bandor li Kurdan kir.

Îro li cîhanê 212 dewlet hene. Ji van, 193 dewlet endamên Neteweyên Yekbûyî ne. Bi kêmanî 40 ji van dewletan xwedî nifûseke di bin mîlyonekê de ne. Li Kendava Besrayê, Kuweyt, Qatar, Bahreyn, Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî, li ketina Deryaya Sor li peravên Afrîkayê, Cîbûtî, dewletên bi nifûsa di bin mîlyonekê de ne. Di Konseya Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê de, Luksemburg, Qibris, Malta dewletên bi nifûsa di bin mîlyonekê de ne. Estonya, Letonya, Lîtvanya, Slovenya, Slovakya, Lîxteştayn jî wisa ne. Di navbera Awistralya û Zelanda Nû ya li Okyanûsa Mezin, dewletên ku nifûsa wan bi hezaran tê hejmartin jî hene. Vanuatu, Samoa, Kiribati, Tonga, Palau hin ji van in. Di Neteweyên Yekbûyî ya ku ji 193 endaman pêk tê, Nauru, Tuvalu, Palau dewletên bi nifûsa 9 hezar, 10 hezar in.

Tevî van hemûyan, Kurdên ku bi kêmî ve 60 mîlyon nifûsa wan heye û ne xwedî dewletekê ne, nîşaneyeke eşkere ye ku civaka navneteweyî li hemberî Kurdan bi neheqî û neadaletî tevdigere.

Cemiyeta Miletan di birêkûpêkkirina têkiliyên navneteweyî de têrê nekir û nikarîbû pêşî li Şerê Cîhanê yê Duyem bigire. Şerê Cîhanê yê Duyem, li gorî yê yekem, şerekî pir bi pevçûn û xwînrij bû. Lê rêveberên wê demê bi israr digotin ku ji bo birêkûpêkkirina têkiliyên navneteweyî, rêxistineke nû hewce ye. Digotin, “Em ê qelsiyên Cemiyeta Miletan paqij bikin û rêxistineke nû ava bikin.” Di sala 1945an de, Neteweyên Yekbûyî bi vî awayî hate damezirandin.

Di serdema Neteweyên Yekbûyî de, li her devera cîhanê gelek guherîn çêbûn. Mînak, li Afrîkayê kolonî gihîştin serxwebûna xwe. Lê li Kurdistanê tiştek neguherî. Parçebûn û dabeşbûna Kurd û Kurdistanê bi wî awayî hate parastin. Di navenda Rojhilata Navîn de, halê Kurdan û Kurdistanê weke xwe ma.

Di vê çarçoveyê de, netewperwerî têgeheke girîng e. Netewperwerî, di heman demê de, maneyeke biçûkxistin û nizmkirina “yê din” jî li xwe digire. Lê di vê nivîsê de, em netewperweriyê bi wateya bilindkirina ziman û koka xwe dinirxînin.

Çima Divê Kurd Netewperwer Bin?

Gelekî Misilman ê di bin Zextê de ye, Çawa Dikarê Mafên xwe yên Neteweyî ji Dewleteke Misilman Bistîne?

Welatê te ji destê te hatiye standin. Hemû mafên te yên demokratîk hatine desteserkirin. Zimanê te hatiye qedexekirin. Ji bo ku Kurdek van mafên xwe ji nû ve bi dest bixe, divê têkoşîneke demokratîk bimeşîne. Rêya vê jî di netewperweriyê re derbas dibe. Tê zanîn ku hemû dewletên ku Kurdan di bin zextê de digirin, dewletên Îslamî ne.

Di salên 1970î de, dema mijarên ziman û çandê dihatin rojevê, hin Kurdan digotin, “Ez komunîst im, ez enternasyonalîst im, ziman ne girîng e, kesên ku van mijaran tînin rojevê netewperwerên kevneperest in.” Bi taybetî, beşeke girîng a Kurdên ku li zanîngehan dixwendin, wisa diaxivîn. Ev yek nîşana wê bû ku ew Kurd çiqas ji xwebûna we dûr ketibûn. Van Kurdan, dema ku mijarên ziman-çand dihatin rojevê, li hemberî kesên ku digotin, “Em bi Kurdî biaxivin, hewl bidin bi Kurdî binivîsin, nivîsên bi Kurdî hatine nivîsandin bixwînin,” wisa bersiv didan. Gotina “Kurdî ne girîng e, ziman ne girîng e” girîng e ku were lêkolînkirin. Bala xwe bidinê, ev Kurd bi Tirkî diaxivin û kesên ku bi Kurdî diaxivin an dibêjin “Em bi Kurdî biaxivin, binivîsin, bixwînin, Kurdî ji bin zextê derxin,” bi netewperweriya kevneperest sûcdar dikin. Wê demê, bandora çepgiriya Tirk li ser Kurdan zêdetir û girantir bû. Nirxên dewletê li pêş nirxên Kurdî dihatin girtin.

Ev yek nîşan dide ku wê demê beşeke girîng a Kurdan çiqas ji netewperweriyê û ji xwebûnê dûr bûn.

Ev, ji nijadperestiya “rengê te reş e, tu tevî spîyan nebe, qadên te yên rûniştinê, dibistan, nexweşxane, otêlên te cuda ne” gelekî girantir e. Ev nijadperestî, beriya Nelson Mandela, 1994an, li Afrîkaya Başûr dihate sepandin. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bi taybetî li eyaletên başûr ên mîna Alabama, Kansas, Teksasê, nijadperestiyeke wisa hebû.

Piştî Nelson Mandela (1918-2013), li Afrîkaya Başûr şopên rêveberiya nijadperest dest pê kirin ku bên paqijkirin. Bi hilbijartina Barack Obama di sala 2008an de weke Serokê DYAyê, li Amerîkayê jî hewl hate dayîn ku şopên nijadperestiyê bên rakirin. Lê li ser Kurdan, dewletên Rojhilata Navîn ku rêveberiyeke hevpar a nefermî ava kirine, dema xwe bi hêz hîs dikin, dev ji êrîşên li ser Kurdan bernadin.

Gotina “Em li dijî her cure netewperweriyê ne” gotina xwediyên nêrîna fermî ye. Armanca vê nêrînê, veşartina hewcedariya netewperweriya Kurdî ye. Li hemberî vê nêrînê, bêguman divê netewperweriya Kurdî were parastin. Ji bo Kurdan, helwêsta herî şoreşger, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi zanebûn têne meşandin, axaftina bi Kurdî, parastina Kurdî, jiyana bi zimanê Kurdî ye. Perwerdekirina zarokan bi zimanê Kurdî armanceke neçar e. Îro perwerdekirina zarokan bi du an sê zimanan jî mimkin e.

***

Demokratîkkirina Rojhilata Navîn, hewla mînakbûnê ji bo cîhanê xewneke vala ye.

Lê vegerandina nirxên hatine desteserkirin pêvajoyeke zelaltir û mimkintir e. Li şûna ku Kurd ji bo maf û azadiyên xwe têbikoşin, hewla demokratîkkirina kolonyalîstan xewneke vala ye. Zext, tundî û qedexe ji bo wê yekê ne ku Kurdan di bin kontrolê de bihêlin. Ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê, têkoşîna çekdarî ne hewce ye.

Îro Kurd li hemberî Kurdî germtir in. Ew ji nêzîk ve têgihîştine ku bêyî ziman, têkoşîna rizgariya neteweyî bêwate ye. Bi taybetî, hewcedariya perwerdeya bi Kurdî roj bi roj bêtir tê hîskirin. Îro, bernameyeke perwerdekirina zarokan bi du an sê zimanan tê çêkirin.

Îro Kurd divê bi awayekî zelaltir têbigihîjin ku di nav cîranên xwe yên Tirk, Ereb û Farsan de di rewşeke çawa neyînî de ne. Ev jî tê wateya ku bêtir xwedî li netewperweriya Kurdî derkevin.

Netewperweriya Ereb, Fars û Tirk êrîşkar e, dagîrker e, asîmîlasyonîst e. Di van civakan de, ji netewperweriyê zêdetir, divê behsa nijadperestiyê were kirin. Lê netewperweriya Kurdî ne armanc dike ku êrîşî kesî bike, axa kesî dagir bike û ne jî kesî asîmîle bike. Netewperweriya Kurdî, xwedî naverokeke wisa ye ku zimanê xwe yê di bin zextê de rizgar bike, ziman û çanda Kurdî bi azadî bijî. Ji bo vê armancê hewla wê tê dayîn. Ev jî helwêsteke gerdûnî ye. Têkoşîna li dijî zext, zilm û tunekirinan, her tim helwêsteke gerdûnî ye.

Têkiliya Bengal û Pakistanê

Dema mijarên çareseriyê tên rojevê, Kurd bêtir li ser çareseriya pirsgirêkên mîna Bask û Îrlandayê lêkolînan dikin. Mînak, Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), têkiliyên Îspanya-Bask, Îngiltere-ÎRA, û çareseriyên li Afrîkaya Başûr bi cidî lêkolîn dikir. Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) jî, piştî BDPê, ev helwêst berdewam kir. Lêkolînkirina van mijaran girîng e, lê mijara esasî ya ku divê Kurd jê îlhamê bigirin, têkoşîna gelê Bengal ê Misilman e ku çawa maf û azadiyên xwe ji dewleta Misilman a Pakistanê standiye. Rawestandina li ser vê yekê sûdmend e.

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, Îngilistanê ragihand ku dê ji koloniya xwe ya Hindistanê vekişe û serxwebûnê bide wê. Rêberên Misilman, mînak, Muhammed Alî Cinnah (1876-1948) û Muhammed Îkbal (1877-1938), di vê pêvajoyê de destnîşan kirin ku naxwazin bi Hindûyan re bijîn û dewleteke cuda dixwazin. Gotin, “Zimanê me cuda ye, çanda me cuda ye. Em naxwazin bi Hindûyan re bijîn, em dewleteke cuda dixwazin.” Rêberên Tevgera Rizgariya Neteweyî ya Hindistanê, Mohandas Gandhi (1869-1948) û Cavahirlal Nehru (1889-1964), ev pêşniyar erênî dîtin. Di 17ê Tebaxa 1947an de, di heman roj û saetê de, du dewlet bi hev re hatin damezirandin: Hindistan û Pakistan.

Mohandas Gandhi di sala 1948an de bi sûîqestekê hate kuştin. Ev sûîqest ji aliyê mîlîtanekî Hindû ve hate kirin, ji ber ku Gandhi ji dewleteke Misilman re gotibû “erê”.

Wê demê Pakistan bi du beşan hate damezirandin: Pakistana Rojava (Pakistan a îro), û Pakistana Rojhilat (Bengala Rojhilat, Bengladeşa îro). Bengal jî du beş bû: Bengala Rojava ya ku Hindûyên Bengalî lê dijîn, û Bengala Rojhilat ya ku Bengalîyên Misilman lê dijîn.

Îro, Bengala Rojava, eyaleteke Hindistanê ye ku nêzî 100 mîlyon nifûsa wê heye. Paytexta wê Kalkuta ye, û zimanê wê yê fermî Bengalî ye. Bengladeş, ango Bengala Rojhilat, xwedî nifûseke 165 mîlyonî ye, û Pakistan xwedî nifûseke 175 mîlyonî te. Bengala Rojhilat, ew herêm e ku Çemê Ganjê dixe Okyanûsa Hindê.

Di dawiya salên 1940î de, dema Pakistan weke dewleteke serbixwe derket holê, di navbera Pakistana Rojava û Rojhilat de 2.300 km dûrahî hebû, û axa navberê axa Hindistanê bû.

Ji rojên damezirandina Pakistanê ve, Bengaliyan otonomiya Bengala Rojhilat û zimanê Bengalî weke zimanê fermî xwestin. “Tevgera Zimanê Bengalî” hate damezirandin. Lê rêveberên Pakistanê her tim bersiv didan, “Em birayên Îslamê ne, daxwazên we li dijî biratiya Îslamê ne, li dijî biratiya ummetê ne, dev ji van daxwazan berdin.” Ronakbîrên Pakistanê jî weke dewletê difikirîn û li hember daxwazên ronakbîr û gelê Bengalî bi neyînî nêzîk dibûn. Li hember van gotinên Pakistanê, gel û ronakbîrên Bengalî digotin, “Em ne bira ne! Hûn dijminên me ne, ji ber ku we welatê me dagîr kiriye, zimanê me yê Bengalî qedexe kiriye, û hûn hewl didin me asîmîle bikin. Em dikarin gelên cîhanê yên din weke bira bibînin, lê we nabînin.”

Salên 1950 û 1960î, di serdemên Malik Gulam Muhammed (1895-1956), Seyid Îskender Mirza (1899-1969), Muhammed Eyûp Xan (1907-1974), û Muhammed Yahya Xan (1917-1980) de, bi van nîqaşan derbas bûn.

Di destpêka sala 1971ê de, li Bengala Rojhilat hilbijartin hatin kirin. Partiya Yekîtiya Avamî ya Misilman, bi serokatiya Şêx Mucîburrehman (1920-1975), piraniya kursiyên parlamentoyê bi dest xist. Lê Serok Yahya Xan destûr neda ku parlemento bicive. Li ser vê yekê, gelê Bengalî li Bengala Rojhilat dest bi berxwedana çekdarî kir. Di havîna 1971ê de şerekî pir tund qewimî. Pakistanê terora dewletê zêde kir. Di yek carê de, bi sed hezaran Bengalîyên Rojhilatî weke penaber ber bi Bengala Rojava ve reviyan. Vê yekê ji Hindistanê re rewşeke nerehetiyê ava kir. Di encamê de, artêşa Hindistanê ket Bengala Rojhilat û artêşa Pakistanê têk bir. Di dawiya sala 1971ê de, Bengala Rojhilat serxwebûna xwe ragihand. Bengladeş bi vî awayî hate damezirandin. Di şerê havîna 1971ê de, tê gotin ku bi sed hezaran kesan jiyana xwe ji dest da. Wê demê serokwezîra Hindistanê Îndîra Gandhi (1917-1984) bû.

Di destpêka sala 1972yan de, Yekîtiya Sovyetê, DYA, û dewletên Ewropayê Bengladeş nas kirin. Piştî vê yekê, artêşa Hindistanê ji Bengladeşê vekişiya. Pakistanê herî dawî Bengladeş nas kir, di Konferansa Îslamê ya sala 1975an de. Piştî Pakistanê, Tirkiyeyê jî nas kir. Di sala 1971ê de, di dema Têkoşîna Rizgariya Neteweyî de, Tirkiye şervanên Bengalî bi eşqiyatiyê sûcdar dikir.

Dirûşmeya “biratiya Îslamê, biratiya ummetê” Kurdan dixapîne. Rêberên Kurd ên li başûrê Kurdistanê, piştî qirkirina Helebçeyê û Enfalê jî, behsa biratiya Kurd-Ereb dikirin. Devjêberdana dirûşmeya biratiya Îslamê û daxwaza wekheviyê gelekî rasttir e. Biratî dirûşmeyeke nezelal û nediyar e. Birayê mezin her tim ji yê biçûk re dibêje, “Tu biçûk î, guh bide birayê xwe yê mezin.” Lê têgihîştina wekheviyê zelaltir e. Gotina “Çi saziyên te hebin, ez jî wan dixwazim” zelaltir e.

Di salên 1996-1997an de, dema têkoşîna gerîlla li Tirkiye û Kurdistanê bilind bû, hin ronakbîrên Tirk dest pê kirin û gotin, “Ne hewce ye ji her zimanî re dewletek hebe.” Digotin, “Li cîhanê nêzî 4000 ziman hene, gelo divê ji her zimanî re dewletek hebe?” Lê di vê gotinê de, qet behsa nifûsa wan zimanan nedikirin. Mînak, zimanên ku li Siberyayê an li herêmên ekvatorê ji aliyê 100-200 kesan ve têne axaftin, bi Kurdî ya ku bi mîlyonan tê axaftin re di heman dereceyê de didîtin. Ev gotina “ji her zimanî re dewletek nabe” di salên 1950î de li Pakistanê jî hate gotin. Lê wê demê zimanê Bengalî, piştî Çînî, Hindî, Îngilîzî û Spanyolî, li cîhanê pêncemîn ziman bû ku herî zêde pê dihat axaftin. Îro jî wisa ye. Bengalî, ji bilî Bengladeş û Bengala Rojava, li Myanmar, Nepal, Butan, û eyaletên Hindistanê yên mîna Assam, Tripura û Bengalorê jî tê axaftin.

Dirûşmeya biratiya Îslamê Kurdan pir dixapîne. Çima gelê Bengal ê Misilman bi vê dirûşmeyê nexapiya, lê Kurd xapîyan, mijareke hêjayî lêkolînê ye. “Seyahatnameya Sediyani” ya Îbrahîm Sediyanî çavkaniyeke girîng e. Îbrahîm Sediyanî, Bengladeşê di vê hevokê de “Aliyekî min av, aliyekî min agir e, hemêza xwe ji min re veke Bengladeş”, vê rewşê tîne ziman.

Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.