Hevşaredarê Kayapinarê Dundar jî di nav de 9 siyasetmedar û sendîkavan hatin girtin

Hevşaredarê Kayapinarê Dundar jî di nav de 9 siyasetmedar û sendîkavan hatin girtin

PeyamaKurd – Hevseroka Giştî ya DEMê Sevtap Akdag û Hevşaredarê Kayapinarê Cengîz Dundar jî di nav de 9 kes hatin girtin.  

Siyasetmedar, parêzer û parêzvanên mafên mirovan ên ku di çarçoveya lêpirsîna li Enqereyê hatibû destpêkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin.

Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Sevtap Akdag, Hevşaredarê Kayapinarê Cengîz Dundar, yek ji damezrînerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nîmet Tanrikulu, Serokê Genel-Îş Remzî Çalişkan, Serokê Sendîkaya Şaxa Mêrsînê Kemal Goksoy, der barê Halef Caruş, Ecevit Odabaşi, Nusrat Akin û Serdar Ekingen de biryara girtinê hat dayîn.

Biryar bû endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Şiar Rişvanoglu, Erdal Guzel, Faruk Ayhan û Recep Şîmşek bi biryara kontrola edlî bên berdan.

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.