Heyetên PDKê û YNKê li bajarê Silêmaniyê civiyan

Heyetên PDKê û YNKê li bajarê Silêmaniyê civiyan

PeyamaKurd – Heyetên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) îro li bajarê Silêmaniyê ji bo avakarina hukumeta Herêma Kurdistanê civiyan.

Civîna her dû heyetan li navenda YNKê li büroya siyasî pêk hat. Her dû heyet li ser çawahiya avakirina hukumeta Herêma Kurdistanê axifîn.

Endamê heyeta muzakereyan yê PDKê Dilşad Şehab ragihand ku wê seredana wan ya partiyan dewam bike.

Di heyeta hevdîtinê ya PDKê de Hoşyar Zebari, Piştiwan Sadık, Dilşad Şehab ​​û Umîd Sabah hebûn.

Di heyeta YNKê de Qubad Talabani, Rewaz Fayeq, Rizgar Haji Hama, Salar Serhed û Semîr Hewrami hebûn.

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.