Hoşyar Zêbarî: Aloziya nû ya li Sûriyê dikare li ser Iraqê jî bibe metirsî

Hoşyar Zêbarî: Aloziya nû ya li Sûriyê dikare li ser Iraqê jî bibe metirsî

PeyamaKurd – Wezîrê berê yê Derve yê Iraqê, Hoşyar dibêje, aloziya nû ya li Sûriyê dikare li ser Iraqê jî bibe metirsî.

Wezîrê Derve yê berê yê Iraqê Hoşyar Zêbarî di daxuyaniyekê de ya li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku di encama kontrolkirina Helebê de ya ji aliyê grûpên çekdar ve, grûpên piştgir yên weke DAIŞê zêde dibin û gefan li Iraqê dixwin.

Zêbarî got: “Demeke xerîb e. Ev komên ku rêxistina terorîst a DAIŞê jî di nav de bû, bi rêya vê hawirdorê belav bû û Mûsil û Reqa dagîr kir û bû metirsiyeke niştimanî û navdewletî.”

Zêbarî bang li hikûmeta federal a Iraqê kir ku tedbîran bigire da ku metirsî negihêje sînor û axa wê.

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.