HSD: "Em ji Helebê venakişiyan"

HSD: "Em ji Helebê venakişiyan"

PeyamaKurd – Berdevkê Çapemeniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhat Şamî îdiaya ku wan ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê vekişiyane derewand.

Şamî ji televîzyona El Arabiye re axivî û got, “1-Em ê rêzê li biryara Hêzên Rizgariya Efrînê û gelê Efrînê yê koçberkirî yên têkildarî herêma Şehba bigirin.

2- Gotinên ku dibêjin vekişîna ji Şêxmeqsûd û Eşrefiye hatiye qebûlkirin, ti rastiya wan nîne. Em ê piştgiriyê bidin her biryareke li dijî rêxistinên terorê.”

Ferhat Şamî daxuyaniya ku daye televîzyona El Erebiye li ser hesabê xwe yê Xê parve kir. Şamî wiha got:

“1- Em ê rêz li biryara Hêzên Rizgariya Efrînê û şêniyên Efrînê yên derbider ên herêma Şehba bigirin.

2- Gotinên ku dibêjin ji Şêxmeqsûd û Eşrefiye vekişiyane ne rast e. Em ê piştgiriyê bidin her biryareke li dijî rêxistinên terorê."

Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.