"Iraq cesaret nake berpirsên êrîşên bi dronan eşkere bike"

"Iraq cesaret nake berpirsên êrîşên bi dronan eşkere bike"

PeyamaKurd - Endamê Lijneya Rêveberiya Buroya Siyasî ya PDKê Hoşyar Zebarî diyar kir ku hikûmeta Iraqê komên ku êrîşên bi dronan li ser Herêma Kurdistanê pêk tînin destnîşan kiriye, lê ew "cesaret nakin" navên wan eşkere bikin.

Endamê Lijneya Rêveberiya Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zebarî destnîşan kir ku di meha Tîrmehê de 38 êrîşên bi dronan ên bombebarkirî ji axa Iraqê li ser zeviyên petrolê û tesîsên aborî yên li Herêma Kurdistanê hatine kirin.

Zebarî di postekê de li ser platforma medyaya civakî ya X got, "Her wekî her car, hikûmeta Iraqê komîsyonek lêkolînê ava kir da ku rastiyan eşkere bike. Encamên raporan derketine û wan êrîş qebûl kirine, lê wan cesaret nekiriye ku berpirsan eşkere bikin."

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.