Li Amedê kujerê bav û kur birin ciyê bûyerê û her tiştî nîşan da

Li Amedê kujerê bav û kur birin ciyê bûyerê û her tiştî nîşan da

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Sûrê li gundê bi navê Ervenî (Kuşburnu) di 19ê Gulanê de bav Remzi Sati (49) û kurê wî yê 15 salî Muhammed Sati di kamyonetekî de destê wan girêdayî di kamyonetê de şewitandî hatibûn dîtin.

Li ser bûyerê kesên ku xistibûn binçav yek ji wan got ku kuştinê ew kiriye û demança ku wan pê kuştiye ji jiyê bûyerê 150 metre dûr xistiye darekî û demançê tê de veşartiye.

Cesedên bav û kur bo otopsiyê şandibûn Îstenbolê Tib a Edlî. 7 fişekên vala ku di kuştinê de bikaranîbûn, ji ereba wan 500 metre dûr dîtin, telefona ku şewitîbû, kartdvisit, lemba dest û alavên weka wan bo lêkolînê li ser wan bikin, şandin Labaratuvara Kriminal ya Cendirmeyan ya bajarê Wanê.

Tîma cendirmeyan ya bo bûyerê derxe ortê (JASAT) bo roja bûyerê li 735 seet dîmenên kamerayan nihêrtin û xwe gihandin delîlan. Li ser bidestxistina delîlan hêzên asayîşê Ali Mert İ. dan xeberdanê û sûcê xwe îtîraf kir.

Gumanbar Ali Mert İ. (25), di îfadê xwe de got ku 200 hezar deynê wî li Remzi Sati bûye û bo bi Sati re biaxife roja kuştinê bangî wî kiriye da here ciyê bûyerê.

Ali Mert İ, gotiye ku li ciyê bûyerê bi demança xwe Remzi Sati û kurê wî Muhammet Sati kuştiye û ji bo delîlan ji ortê rake kamyonetê şewitandiye.

Îro an ku di 24ê Gulan a 2025an de tîmên cendirmeyan, JASAT û tîma asayîşê ya Komandoyê kujer birin ciyê kuştinê û pê tetbîqata kuştinê dan kirin.

Kolonya ku pê kamyonetê şewitandiye, şûşa benzînê, lemba dest û montê ku wê rojê li xwe kiribû tev di mala kujer de hatin bidest xistin.

Bi serpereştiya serdozgeriya Amedê tîmên cendirmeyan Mehmet D. (26), Mehmet K. (44), İshak K. (40), Ali Mert İ, Ali Ö. (32), Osman K. (44) û Ayhan İ.(58) xistibûn binçav.

Dema wan sewqê edliyê kiribûn û dadger, Mehmet D, Mehmet K, İshak K. û Ali Mert İ. şandibû zîndanê, 2 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdabû û yek jî bi temamî serbest berdabû.

Ev nivîs 157 car hatiye xwendin.