Îsraîl: Ehmed Şera wê di pêşerojê de êrîşî me bike!

Îsraîl: Ehmed Şera wê di pêşerojê de êrîşî me bike!

PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz ji Senatorê Amerîkî Ted Cruz re got ku ew "baweriyê bi" Serokê Sûriyê Ehmed Şera nake û îdia kir ku serokê qaşo reformîst wê "komên cîhadîst" di êrîşên pêşerojê yên li dijî Îsraîlê de bi kar bîne.

Katz ev şîrove di dema hevdîtina xwe ya bi Cruz re di çarçoveya serdana xwe ya berdewam a Washingtonê de kir. Wî herwiha spasiya Cruz ji bo piştgiriya wî ya bêdawî ji bo Îsraîlê kir.

Katz got ku Şera niha "komên cîhadîst" li dijî kêmneteweyên mîna civaka Durzî ya Sûriyeyê rêve dibe, lê ev kom wê di dawiyê de bala xwe bidin Bilindahiyên Golanê.

Di demekê de ku Dewletên Yekbûyî hewl dide ku têkiliyên germ di navbera Şam û Îsraîlê de çêbike, rayedarên Îsraîlê nêzîkatiyek hişyar li hember Sûriyeyê digirin.

Katz got, "Em tenê baweriya xwe bi Xwedê û artêşê tînin ku Dewleta Îsraîlê biparêzin." Wî zêde kir û got:

"Ez ne baweriya xwe bi bav Esed û ne jî bi kurê Esed tînim û bê guman ez baweriya xwe bi rêberekî wekî Şera naynim, ku xwe dispêre komên cîhadîst ên ku ew li dijî kêmneteweyên wekî Durzî li Sûriyeyê bikar tîne û dibe ku sibê li dijî wargehên Îsraîlê li Bilindahiyên Golanê bikar bîne."

Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.