Erdoğan, li ser balafirên Eurofighter bi Starmer re axifî

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi serokwezîrê Îngîltere bi Keir Starmer re li ser hinek mjaran û bi taybetî li ser kirîna balafirên şer yên Eurofighter axifî.
Her dû lîder li ser kirîna balafiran ya ji Îngîltere û her weha li ser rojanekirina Peymana Bazirganiya Serbest ya navbera her dû welatan axifîn.
Serokatiya danûsitendina ya serokkomariyê Tirkiyê li ser axaftina her dû lîderan daxwuyanî da û got ku di axaftinê de li ser têkiliyên navbera Tirkiye û Îngîltere, pirsgirêkên herêmî û yên kureyî axifîne.
Li ser pêşdeçûnên di derbarê amadekirina balafirên Eurofighter Typhoon de axifîne û gotine ku mijar çareser bibe, wê bibe destek ji bo pêşdeçûna hevkariya navbera her dû welatan.
Balafirên Eurofighter, ji aliyê şîrketa sanayiya bergiriyê ya Îngîltere ya BAE Systems, Fransız Airbus û İtalyan Leonardo de tên hilberîn û wekî konsorsiyum dixebitin.
Li gor ragihandina rojnama Amerîkayê ya Wall Street Journal (WSJ)ê; Tirkiye gelek nêz bûye ku balafiran bikire. Rojname dibêje wê Tirkiyê 40 heb balafirên şer Eurofighter bi bihayê 5,6 milyar dolarî bikire û dibe di nêz de peyman îmza bikin.
Ji bo peyman bê îmzakirin, pêwiste ku her sê dewlet Îngîltere, Almanya û Îtalya mijarê erê bikin.
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.




