Li bajarê Dîlokê (Entab) komkujiya li Sûriyê hat protestokirin

Li bajarê Dîlokê (Entab) komkujiya li Sûriyê hat protestokirin

PeyamaKurd – Li ser komkujiya li sûriyê ya li bajarên Lazkiyê û Tartûsê, li bakûrê Kurdistanê li bajarê Dîlokê (Gaziantep) partiyên siyasî û dezgeyên sîvîl yên civakî daxwuyanî dan û bûyeran protesto kirin. Xwestin civaka navdewletî bikeve nav tevgerê û roleka aktîv ya ji bo îhlalên mafên mirovî bistînin ser xwe.

Di nav partî û rêxistinên sîvîl de serpereştiyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Entabê kir û protestokirin û daxwuyanî li parka Yeşilsu hat dayîn. Polîs tedbîrên tund li ciyê daxwyaniyê girt.

Serokê şaxa Eğitim-Sen a Gaziantepê Ömer Parlakçı li ser navê platformê daxwuyanî da û xwest civaka navdewletî bertekê nîşanî komkujiya li Sûriyê bide û weha dewam kir:

“Ew sûcên şer yên ku HTŞ kiriye û îhlalên mafên mirovan kiriye, divê bikeve rojeva dinyayê û kesên van sûcan kirine hesab bidin. Parastvanên mafê mirovan, rêxistinên sîvîl û kesên hişmend, bi pêkhateyên li Sûriyê re di nav hevkariyê de bin…Eger li hemberê zilma li Sûriyê bêdeng bimînin, ev tê vateya erêkirina zilmê.

Divê siyaseta komkujiyan û yên li herêmê şerê etnîkî kûr dikin, dev ji siyaseta xwe berdin. Rabirdûya HTŞê ya ku tije şiddet û baweriyên tunde, dijminahiyê dixe navbera pêkhateyên Sûriyê yên etnîkî, dînî, çand û mezhebî. Nabe civaka navdewletî li hemberê van bûyeran bêdeng bimîne, Divê Neteweyên Yekgirtî, Yekîtiya Ewrûpayê û dezgeyên navdewletî ji bo zilma li ser kêmneteweyên Sûriyê raweste, bilez bikevin nav tevgerê.”

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.