Li bajarê Wanê ji bo deh rojan kirina çalakiyan hat qedexekirin

Li bajarê Wanê ji bo deh rojan kirina çalakiyan hat qedexekirin

PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Wanê ragihand ku biryarê daye da ji bo deh rojan kirina çalakiyan li seranserê bajêr qedexe bike. Sedema qedexê jî ji bo berterefkirina terorê û aramiya herêmê nîşan da.

Qedexe ji 29ê Sermawezê destpêdike û heya 8ê meha Kanûnê dewam dike. Îzna her cûre çalakiyan di destê parêzgehê û qeymeqamiyan de ye û meqamên navborî dikarin îznê bidin çalakiyên ku ew dixwazin.

Hêzên asayîşê wê di nav çaxê destnîşankirî de karibin kontrola çûnû hatina bajêr bikin û heta rêwiyên ku transît di Wanê de derbas bibin kontrola wan bikin.

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.