Li Helebce dayik û keça xwe hatin kuştin: Polîs daxuyanî da

PeyamaKurd- Polîsê Helebceyê li ser bûyera kuştina dayik û keçekê daxuyanî da û ragihand, cenazayên dayîk û keçekê li mala wan a li Helebceyê kuştî hatiye dîtin, ku şopa gule û fîşekan di bedena wan de hebû.
Şeva borî Rêveberiya Polîsê parêzgeha Helebceyê da xuyakirin: “Duh êvari demjimêr 19:20ê em hatin agahdarkirin ku du cenaze li mala wan a li taxa Baxî Mîr a Helebceyê hatin dîtin. Dayîk û keçên bi navên C.F.S ya temen 54 salî û H.H.Ê ya temen 17 salî ku cîh û şopa guleyan di bedena wan de hebûn mirî hatin dîtin.”
Hate diyarkirin ku niha cenaze li bijîşkî ya dadwerî de ne û lêpirsîn li binkeyê polîsê Helebceyê hatiye destpêkirin.
Ev nivîs 132 car hatiye xwendin.




