Li Şirnexê wesayîtek welgeriya: 3 kesan can da

PeyamaKurd – Li Şirnexê wesayîteke sivik li ser rêya Cîzre-Şirnexê wergeriya û kete xendekê. Di bûyerê de, 3 kesên ji heman malbatê, Nesrin Aytaş (26), Azime Aytaş (54) û Sibel Aytaş jiyana xwe ji dest dan. Sê kesên din jî birîndar bûn, ku C.A. (27) û L.A. (29) bi giranî birîndar in û rewşa wan metirsîdar e. Rewşa ajokar M.A. ji yên din baştir e.
Bûyer di saetên sibehê de qewimî, ji ber ku wesayîtê kontrola xwe winda kir. Tîmên tenduristiyê û cendirme zû gihîştin cihê bûyerê, birîndar ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Lêkolîna derbarê sedema bûyerê de dest pê kiriye.
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.





