Li Cannesê Xelata Zêrîn a Palimiye derhênerê Îranî Cafer Panahî sitend

Li Cannesê Xelata Zêrîn a Palimiye derhênerê Îranî Cafer Panahî sitend

PeyamaKurd – Li Fransayê di Festîwala 78em ya Cannes Film de, xelata zêrîn ya Palmiye dan derhênerê Îranî yê bi navê Cafer Panahî ku bi fîlma bi navê "Un Simple Accident" tevî festîwalê bû.

Di festîwala îsal de fîlmê derhêner Panahî di nav 22 fîlman de hat bijartin û wê di 10ê Êylûlê de bikeve ser dikkê an ku sahnê.

Xelata derhênerê herî baş bi fîlmê bi navê "L'Agent Secret" derhênerê Brezilyayî Kleber Mendonça Filho qezenc kir. Xelata Juriyê bi fîlmê bi navê "Sirat" ê derhênerê Îspanyol Olivier Laxe û bi fîlmê bi navê "Sound of Falling" derhênerê Alman Mascha Schilinski sitend. Xelata taybet ya Juriyê bi fîlmê bi navê "Resurrection" derhênerê Çînî Bi Gan sitend.

Di festîwalê de derhênerê Norwecî Joachim Trier, bi fîlmê bi navê "Valeur Sentimentale" xelata mezin sitend. Xelata sanaryoya herî baş dan Luc û Jean-Pierre Dardenne ku senaryoya fîlmê "Jeunes Meres" nivîsandibûn.

Lehengê bi navê Wagner Moura yê Brezîlî di fîlma bi navê "L'Agent Secret" de dileyîst, xelata lehengê herî baş sitend. Lehenga Fransız Nadia Melliti di fîlma bi navê "La Petite Derniere" de dileyîst û xelata Lehenga herî baş sitend.

Xelata Kamera Zêrîn bi fîlmê bi navê  "The President's Cake" derhênerê Iraqî Hasan Hadi sitend. Xelata fîlmê metraja Kurt jî bi navê fîlmê "I'm Glad You're Dead Now" derhênerê Fîlîstînî Tawfeek Barhom sitend.

Derhênerê fîlm Laxe, dema axafitna xwe kir weha got:

“Bijî pêkhateyan, bijî çandên cuda û bijî Festîwala Cannesê.”

Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.