Mijarên hevdîtina Ahmed Şara û Tayip Erdoğan aşkera bûn

Mijarên hevdîtina Ahmed Şara û Tayip Erdoğan aşkera bûn

PeyamaKurd – Serokê demkî yê Sûriyê Ahmed Şara û heyeta pê re îro seredana Îstenbolê ya Recep Tayip Erdoğan kir. Hevdîtin li Dolmabahçe li baregeha serokkomariyê çêbû. Hevdîtin 1,5 seet û hinek dibêjin 2,5 seet dewam kir. Di hevdîrinê de babetên ku ketin ser çapemeniyê weha nin:

-Têkiliyên navbera Tirkiyê û Sûriyê,

-Hebûna PKK/PYDê ya li Sûriyê û têkoşîna pê re,

-Hebûn û êrîşên Îsraîlê yên ser axa Sûriyê,

-Hevkariya bi Tirkiyê re ya di sehayên enrjiyê, bergiriyê, gihandin û di seha mafên cîrantiyê de.

Di hevdîtinê de Erdoğan rakirina givaşên DYA û YE yê yên ser Sûriyê bi rizamendî pêşwazî kir. Erdoğan behsa parastina yekîtiya axa Sûriyê, îdarekirina Sûriyê ya ji aliyê yek îdarê û yek artêşê de kir û modelê danî.

Serokê demkî yê Sûriyê Ahmed Şara jî sipasiya Erdoğan kir ku keda di rakirina givaşên ser Sûriyê de daye û bo desteka Erdoğan ya Sûriyê sipasiyê kir.

Di civînê de ji aliyê Tirkiyê Hakan Fidan, Yaşar Güler, İbrahim Kalın, Akif Çağatay Kılıç, Haluk Görgün hebûn.

Ji aliyê Sûriyê wezîrê kar û barên derve yê Sûriyê Esad Hasan Şeybani û hinek rayedarên din hebûn.

Piştî hevdîtinê heyet bo xwarinê car din hatin cem hev.

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.