Prof. Dr. Osman Duman: “Di koça Çerkezan de 500 hezar Çerkez, mirin”

PeyamaKurd – Profesorê beşa dîrokê ya Zanko ya Ondokuz Mayıs ya Samsunê (OMÜ) Fakulta Zanista Mirov û Civakê Prof. Dr. Önder Duman, li ser koça Çerkezan axifî û got:
"Dema Çerkez koç kirin ser axa Osmaniyan, bi keştî û tekneyan ketin ser rêya deryayê lê ji ber zêde kes li keştiyan û tekneyan siwar bûbûn, gelek kes ji wan mirin. Qeydiyên arşîvan nîşan didin ku di pêvajoya koçê de 500 hezar mirov hêj xwe negihandibûn ser axa Osmaniyan jiyana xwe ji dest dane.”
Önder Duman axaftina xwe li Navenda Hunerê ya Şaredariya Mezin ya Samsûnê de kir. Panel bi navê ‘Komkujiya Çekezan û Sirgûna wan’ bû. Prof. Dr. Önder Duman, behsa pêvajoyê di bin navê an serikê bi navê ‘Di Rojên Sirgûnê de Çerkez û Samsûn’ de kir. Prof. Dr. Önder Duman got ku piraniya Çerkezan di rêya deryayê de hatine û dewam kir:
“Di rêwîtiyê de gelek pirsgirêkên Çerkezan çêbûn. Ji sala 1859an û bi şûnde Rûsya Çekezan sirgûn kiriye peravên avê. Gelek zahmet bû ku dewleta Osmanî di wextekî kurt de van însanan di rêya deryayê de bibira. Ev jî kir ku gelek Çerkez di sehayên teng de bo wextekî dirêj bimînin. Ev rewş kir ku gelek nexweşînên belave bi xwe re, bixe nav xelkê.”
Duman, behsa Çerkazan kir ku çawa koçî ser axa Osmaniyan kirine û behsa çîroka wan kir:
“Em dibînin ku piştî sala 1859an gelek Çerkez tên ser erdnîgariya Osmaniyan. Gelek seferên wan di rêya deryayê de dibin. Dema em lêkolînê dikin em dibînin Çerkez hewl didin xwe bigihînin ser axa Osmaniyan. Lê em di arşîvan de dibnînin ku Oset û Kabartayî di rêya bejayiyê de tên ser axa Osmaniyan. Bi taybetî di ser rêya Batûmê û Qersê de.
Di salên 1862, 1863 û 1864an de Osmanî bi hinek şîrketên deryayê re li hev dikin û gemiyan dişînin sahilên Derya Reş. Lê têr nedikir. Xwediyên keştiyan perên zêde xwestine û hinek wezîfedar û navbeynkar bi peran wan birine Anedola Navîn û pere qezenc kirine. Pêvajo rihet nebûye û şertên hewayê, zivistan, pêlên Derya Reş, kêmasiyên keştî û tekneyan zorê daye ser koçê.
Gelek keştî û tekne ji qeweta xwe zêdetir rêwiyan hilgirtiye û 500 hezar Çerkez berya bigihê ser axa Osmaniyan can dane. Dema em behsa koçê dikin em behsa trajediyekî dikin.
Dema em behsa taybetiya Samsunê bikin; em dibînin ku di salên 1861-62an de tenê 11 hezar Çerkez hatine Samsunê. Ji wan 516 kesan şandine Ankara, 590 kesî şandine Konyayê, 976 kesî şandine Sêwasê…”
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




