Pentagonê vekişandina leşkeran red kir

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) li ser nûçeyên derbarê vekişandina hêzên amerîkî ji Koreya Başûr daxuyanî da.
Pentagonê ragihand ku ew nûçeyê li ser kêmkirina hêzên amerîkî li Koreya Başûr nerast in.
Herwiha Pentagonê diyar kir, Amerîka pabendî parastina Koreya Başûr e.
Hêjayî gotinê ye, îdiayên ku wê Rêveberiya Donald Trump a Amerîkayê ji 28 hezar û 500 leşkerên xwe yên li Koreya Başûr, bi qasî 4 hezar û 500ê wan vekişîne.
Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.




