Hewlêr: “Bexda li pey destûrê naçe”

Hewlêr: “Bexda li pey destûrê naçe”

PeyamaKurd – Sekreterê hukumeta Herêma Kurdistanê Armanc Rahîm li ser mehaneyên herêma Kurdistane, petrol û destûrê axifî. Rahîm got ku Herêma Kurdistanê bo mafê pêşdebirin û zêdekirina petrol û gaza Kurdistanê, mafê Kurdistanê bi destûrê xistine bin garantiyê û Bexda di mijarê de çarçova destûrê îhlal dike.

Armanc Rahîm di panela bi navê enerjiyê de ya ku ji aliyê Enstitu ya Al-Monitor a li Washingtonê de hatibû lidarxistin axifî û got:

“Li gor destûra Iraqê; petrol û gaz ne tenê di bin erka desthilata Bexdayê de ye. Destûr mafê pêşdebirin û firehkirina çavkaniyên Herêma Kurdistanê daye Kurdistanê.

Li gor xala destûrê ya 110an ya Iraqê; mafên erka desthilata hukumeta federal yek bi yek hatine destnîşankirin lê petrol û gaz ne di nav xalê de ne.”

Rahîm got ku ji sala 2014an heya sala 2023an ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê ti parekî budçê nehatiye şandin. Ji ber wê, Erbîl xwe daye ser îxracata petrolê ya serbixwe û paşî bo dahatan bo Bexdayê îade bikin, di rêya SOMO de firotinê dikin û bo wê jî peyman çêkirine. Rahîm behsa perên ku di salên borî de ji mehaneyan birîn jî kir û got:

“Di sala 2015an de serokwezîrê Iraqê Haydar el-Abadi sozên ku dabû Kurdistanê li ser wan sozan nesekinî. Ji ber perê ji budçê dihatin, têra mehaneyan nedikirin, em mecbûr man bi nisbetên cuda teserrûfê bikin. Bi sedema rawestandina îxracata petrola Herêma Kurdistanê, zerara Herêma Kurdistanê û Bexdayê 23 milyar dolare ku sedema wê hukumeta Bexdayê ye.

Şîrketên hilberîna patrolê, dixwazin mafên xwe bixin bin garantiyê. Lê di navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê de di mijara maliyetan de hêjî lihevkirina bi temamî tine.”

Rahîm ragihand ku şîrketên DYAyê yên wekî ExxonMobil, Chevron, HKN Energy û WesternZagrosê li Herêma Kurdistanê veberhênanên zêde kirine û di sektora gazê û petrolê de rola mezin dileyîzin.

Rahîm, behsa hevdîtinên li ser budçe yên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê kir û got hukumeta Kurdistanê bi derfetên xwe mehaneyên karmendên Kurdistanê didin û tabloyên (bordro) mehane her meh dişînin Bexdayê. Rahîm dewam dike:

“Her karkerekî me qeydiya wî ya bijometrîk heye û di rêya ‘My Account’ de mehane raste rast diçin ser hesabê xebatkaran yên bankayê. Ev jî di rêvebiriya darayî de zelaliyê zêdetir dike.”

Para Herêma Kurdistanê di nav dahata Iraqê de %14 bû lê ev nisbet ji aliyê Bexdayê de daxistine %12,67an. Di qanûna budçê de ya 2023-2025 an de daxistine 12,67an. Rahîm li ser mijarê gotiye ku:

“Destûr di mijarê de gelek zelale: Her hemwelatî xwediyê heman mafiye û ev maf nabe ku bibe mijara bazarkirinê. Mehane, mafekî destûriye. Berya hevdîtinên budça dewra 2026-2028an, pêdivî bi çarçoveyekî destûrî heye û ji bo wekî krîzên berê krîz çênebin, divê di mijarê de reform bêkirin.”

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.