Li Siwêdayê mayîn bi otomobîla hêzên Sûriyê de teqiya: 2 kuştî

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Siwêdayê mayîneke çandî bi otomobîla hêzên Ewlekariya Giştî ya Sûriyê de teqiya.
Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê li herêma Qai el Benat a li nêzî Tilol El Sefa ya li çolistana Siwêdayê dema derbasbûna otomobîla hêzên ewlekariya Şamê mayîn teqiya û di encamê de 2 kes mirin, yek jî birîndar bû.
Hate diyarkirin, dema endamên ewlekariyê operasyona paqijkirinê li herêmê dikir ew mayîn bi otomobîla wan de teqiya.
Hêjayî gotinê ye, Qai El Benat yek ji herêmên tije mayîn û bermahiyên şer e. Beriya niha ew herêmeke şerê navbeera hêzên rejîma Beas û çekdarên DAIŞê bû.
Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.




