Mesrûr Barzanî û Senator Ted Budd li Washingtonê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

Mesrûr Barzanî û Senator Ted Budd li Washingtonê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Gulanê li paytexta Amerîka Washingtonê, bi Senatorê Amerîkî Ted Budd re civiya.

Piştî civînê hate ragihandin ku ligel dubarekirina daxwaza her du aliyan ji bo pêşxistina zêdetir a pêwendiyên dualî, bi taybetî tekezî li ser girîngiya berdewamkirina piştgiriya ji bo Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê hatiye kirin.

Di civînê de li ser çend mijarên girîng ên wekî; girîngiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de û pêwîstiya rêzgirtina ji statuya federalî ya Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra Iraqê de hatin behskirin.

Çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên bihêzkirina binesaziya aborî, sektora enerjî û elektrîkê, modernîzekirina sîstema bankî, û dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî jî di civînê de hatin nirxandin.

Hewl û xebatên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî beşeke din a guftûgoyên di navbera Serokwezîr Barzanî û Senator Budd de bûn.

Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.