Erdoğan li ser sirgûna Çerkezan got: “Ez êşa wan ji dil û can parvedikim”

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Eredoğan di ser hesabê xwe yê medya civakî de li ser sirgûna Çerkezan ya 161 sal berê hatibûn sirgûnkirin peyamekî belav kir. Sirgûna Çerkezan di 21ê Gulan a 1864an de bû. Peyama Erdoğan ya li ser sirgûna Çerkezan weha ye:
“Birayên me yên Çerkez ji Qafqasyayê ji wetenên wan bêrewa, bêhûqûqî û bi ûsûlên di derveyê mirovî de hatin sirgûnkirin. Di salevgera sirgûna wan de, kesên jiyana xwe ji dest dane, ji Xwedê ji wan re rehmetê dixwazim, tarjediya ku jiyane, ez ji dil û can êşa wan parvedikim. Êşa ku jiyane, hêjî di bîra herkesî de ye.”
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.




