‘Divê Amerîka piştgiriya Herêma Kurdistanê zêdetir bike’

‘Divê Amerîka piştgiriya Herêma Kurdistanê zêdetir bike’

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Amerîka yê serdama borî Mike Pompeo ji Washingtonê daxwaz kir ku piştgiriyeke bihêztir bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Mike Pompeo di nivîsa xwe ya New York Hostê de, pesnê Herêma Kurdistanê ji bo hevahengiya bi Amerîkayê re de dema şerê li dijî DAIŞê de da.

‘Kurd ti carî Amerîkî nekirine qurbanî’

Pompeo got: "Kurdan qet jiyana Amerîkiyan nekiriye qurbanî, Kurd qet tevlî terora li dijî Amerîkayê nebûne û wan tim berjewendiyên hevpar parastine."

Pompeo da zanîn ku Bexdayê li ser daxwaza Îranê ji aliyê aborî ve dorpêç daniye ser Herêma Kurdistanê û rê li ber hinartina petrolê Herêma Kurdistanê digire.

Alîkariya Kurdistanê wê ewlehiya enerjiyê ya Amerîkayê bihêztir bike

Mike Pompeo diyar kir ku nêzîkî 45 milyar bermîl rezerva petrolê ya Herêma Kurdistanê heye ku dibe nêzîkî sêyeka hemû rezerva Iraqê be û li Herêma Kurdistanê çavkaniyeke mezin a gaza xwezayî jî heye.

Wezîrê berê yê Amerîkayê destnîşan kir ku bipêşketina aborî ya Herêma Kurdistanê dê aramiya herêmî û ewlehiya enerjiyê ya Amerîkayê bihêztir bike.

Dema wê hatiya Amerîka referandûma Kurdistanê nas bike

Mike Pompeo piştgiriya xwe ji bo referanduma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê ya sala 2017an anî ziman û alîgiriya Washingtonê ya ji bo Bexdayê ya wê demê wekî şaşî bi nav kir. Pompeo got: “Dema wê hatiye ku ev siyaset were vekolîn û Washington wê şaşiya xwe rast bike.”

Îran û Tirkiyê bi hincetên cuda êrîş dikin

Divê were gotin ku Tirkiye carinan bi hincetên cuda êrîşan li ser Herêma Kurdistanê pêk tîne.

Îranê jî 15ê Çileya 2024an bi mûşekan êrîşî Hewlêrê kir. Di vê êrîşê de 4 kesan can da û 16 kes jî birîndar bûn.

‘Divê Amerîka xetên sor deyne’

Pompeo diyar kiriye ku divê Amerîka li dijî êrîşan xetên sor deyne û wiha pê de çû:

"Nabe ti hêza herêmî bê sizadan li dijî hevpeymanên me operasyon bike. Divê Amerîka xetên sor deyne.

Di salên xizmetkirina xwe de ez fêrî wê bûm ku Amerîka di wê demê de bihêztir e ku piştgiriyê dide wan kesan ku nirxên wan ê hevpar hene û berdewam berjewendiyên me bi pêş ve dibin.”

Serdana Mesrûr Barzanî ya Washingtonê

Hêjayî gotinê ye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtona paytexta Amerîkayê ye.

19ê Gulanê di warê enerjiyê de di navbera Herêma Kurdistanê û 2 kompanyayên mezin ên Amerîkayê 2 peymanên petrolê hatin îmzekirin.

Pêwîste pêşwaziyeke germ li Barzanî bê kirin

Pompeo li ser serdana Serokwezîr Barzanî jî got: "Di vê dema ku em li gel Herêma Kurdistanê rêyên bipêşxistina hevbeş a aştî û xweşguzeraniyê nîşan didin, pêwîst e li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziyeke germ were kirin."

Mike Pompeo ji 2018an heta 2021ê di serdema yekem a îdareya Donald Trump de wekî 70emîn Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê kar kir.

Herwiha ew ji sala 2017an heta 2018an jî Rêvebirê Dezgeha Îstixbaratê ya Navendî ya Amerîkayê (CIA) bû.

Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.