Medya Iraqê: Li Çiyayê Pelkanê mîrê DAIŞê û alîkarê wî hatin kuştin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama êrîşeke asmanî ya balafirên F-16 ên Iraqê de li çiyayên Pelkanê yê Kerkûkê mîrekî DAIŞê û alîkarê wî hatin kuştin.
Çavkaniyeke ewlehiyê ji medyaya Iraqê re diyar kiriye, şevê din balafirên F-16 ên Iraqê êrîş birine ser çend cihên li rojavayê Çiyayê Pelkanê ya sînorê parêzgeha Selahedînê.
Heman çavkaniyê daye zanîn ku di encama êrîşê de, mîrekî DAIŞê yê bi navê Ebû Ehmed û alîkarê wî hatin kuştin.
Herwiha hatiye eşkerekirin ku her du kesên kuştî welatiyên Iraqê bûne û wekî endamên rêza duyemîn a serkirdayetiya DAIŞê dihatin naskirin. Hêzeke ewlehiyê ya hevbeş jî sibeha Çarşemê ji bo lêkolînê çûye cihê bûyerê û termên kuştiyan nas kirine.
Çiyayên Pelkanê yên parêzgeha Kerkûkê, wek cihekî dijwar tê zanîn û îhtimal heye ku stargehên veşartî yên rêxistina DAIŞê li wir hebin.
Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.




