Melonî li ser êrîşa ser dîplomatan a li kampa Cenînê ji Îsraîlê ravekirin xwest

Melonî li ser êrîşa ser dîplomatan a li kampa Cenînê ji Îsraîlê ravekirin xwest

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê îro 21ê Gulanê li Şerîda Rojava ya Xezeyê dema serdana dîplomatên Ewropî û Tirk bo Kampa Cenînêrê gule bi ser wan de reşandine.

Li gorî nûçeyan artêşa Îsraîlê ji bo tirsandinê êrîşî komek dîplomatên Ewropî û Tirk ku ji 35 kesan pêk dihatin kiriye.

Piştî bûyerê Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Melonî ji hikumeta Îsraîlê ravekirin xwest û got, “Em li bendê ne daxuyaniyekê bidin”.

Li aliyê din Cîgirê Wezîrê Derve yê Filîstînê Ahmed ed-Dik jî daye xuyakirin ku ji bo çavtirsandinê ew êrîş hatiye kirin û çawa şande gihîştiye deriyê kampa Cenînê rastî gulebaranê hatine.

Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.