Şandên Amerîka û Tirkiyê pêşeroja Sûriyê gotûbêj kirin

Şandên Amerîka û Tirkiyê pêşeroja Sûriyê gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Koma Xebatê ya Tirkiye û Amerîkayê ya Karûbarên Sûriyeyê civiyane û pêşeroja Sûriyê gotûbêj kirine.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandinek, “Li ser bingeha hevfêmkirina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Amerîka û Tirkiyeyê pabendbûna xwe ji bo zêdekirina alîkarî û hevahengiyên navbera xwe ji bo aramî û ewlehiya Sûriyeyê tekez kir.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Amerîkayê li Washingtonê mêvandariya gereke din a civînên Koma Amerîka û Tirkiyeyê ya Karûbarên Sûriyeyê kir, ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Christopher Landau û Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Nuh Yilmaz serperiştiya wê civînê kir.

Di civînê de, behsa rakirina cezayên li ser Sûriyeyê û rûbirûbûna terorê jî hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê, Tirkiye û Amerîkayê tekezî li ser nerîneke hevpar ji bo Sûriyeyeke aram û vegera bi mîlyonan xelkê Sûrîyeyê ji bo welatê wan kir û tekezî li ser rêgirtina parçebûna Sûriyeyê kirin.

Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.