Balyozê Amerîka yê Enqerê dibe nûnerê taybet ê Sûriyê

Balyozê Amerîka yê Enqerê dibe nûnerê taybet ê Sûriyê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Amerîka balyozê xwe yê paytexta Tirkiye Enqereyê dike nûnerê taybet ê Sûriyê.

Çavkaniyeke dîplomasî li Tirkiyeyê ji ajnasa Reuters’ê re da zanîn ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dixwaze balyozê xwe yê li Enqereyê Thomas Barrack weke nûnerê taybet ji bo Sûriyeyî tayîn bike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mark Rubio duh di axaftina xwe ya li pêş Komîteya Têkiliyên Derve ya Sentaoyê de gotibû, wî karmendên balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê, di nav de balyoz Thomas Barrack ji bo têkilîdanîna bi berpirsên xwecihî li Sûriyeyê re erkdar kiriye, ku pêdiviyên xelkê û alîkariyên pêwîst ên têne xwestin binirxînin.

Barrack dîplomat û karsazekî Amerîkayî yê bi eslê xwe Lubnanî ye û di erkên girîng de kar kiriye; weke cîgirê Wekîlê Wezareta Navxwe di serdema Reagan de û serokê komîteya sondxwarina Trump di 2016an de.

Barrack di 2025an de weke balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê hat tayînkirin. Barrack damezrînerê şîrketa Digital Bridgeyê ku li 19 dewletan sermayeya zêdetirî 80 milyar dolaran îdare dike.

Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.