Meclîsa Îranê bersiveke tund da Amerîkayê: Mîhwera xerabiyê lawaz bûye!

Meclîsa Îranê bersiveke tund da Amerîkayê: Mîhwera xerabiyê lawaz bûye!

PeyamaKurd - Meclîsa Şewra Îslamî ya Îranê îro 21ê Gulanê daxuyaniyeke tund derbarê Amerîkayê de belav kir,

Di daxuyaniya hatiye xwendin de hate gotin, "Rejîma Amerîkayê niha di pêvajoya paşdeçûnê de ye, di rewşeke lawaz û şikestbar de ye".

Hate diyarkirin: "Gelê birêz ê Îranê, di van rojên dawî de em dibînin ku rayedarên Amerîkayê û hin endamên Kongreyê daxuyaniyên li dijî berjewendiyên gelê Îranê didin. Rejîma Amerîkayê, ku demeke dirêj li dinyayê wek 'mihwera xerabiyê' dihat naskirin, bi xeyalên bêbingeh gelê mezin û wêrek ê Îranê negihîje teknolojiya nukleerî."

Herwiha li ser soza Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku digot ew ê di 24 saetan de şerê Rûsya-Ukraynayê biqedîne jî wiha hate gotin: "Di vê mijarê de jî bi temamî têk çû û niha Amerîka neçar e ku daxwazên Rûsyayê qebûl bike. Ji ber ku di rapirsînan de kêmbûneke cidî heye û tu serkeftineke girîng bi dest nexistiye”.

Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.