Fransa, bangî balyozê Îsraîlê yê li Fransayê dike

PeyamaKurd – Fransa, bangî balyozê Îsraîlê yê li Fransayê dike da here wezareta karên derve ya Fransayê.
Sedem; ji ber ku artêşa Îsraîlê li Şerîa Rojava bi çekan bera dîplomatan daye, wê wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, bangî balyozê Îsraîlê yê li Parîsê bike. Bûyer, bi sedema dema seredana dîplomatan ya kampa Cenînê de çêbûye.
Heyeta dîplomatan seredana kampa Cenînê ya li Şerîa Rojava dikirin de qewimî. Di nav dîplomatan de dîplomatekî Tirk jî hebû. Wezîrê kar û barên derve yê Fransayê Barrot got:
“Di wexta dîplomatên me seredana kampa Cenînê dikirin de, leşkerên Îsraîlê bi çekan li wan xistine. Ev nayê qebûl kirin. Bo ravekirina mijarê em ê bangî balyozê Îsraîlê bikin. Em desteka bi temamî didin nûnerên me yên li sehayê û embdestekê didin xebatên wan yên zahmet yên di rewşa awarte de.”
Wezîrê kar û barên derve yê Îtalyayê Antonio Tajani jî ragihandibû bi sedema bûyerê wê bangî balyozê Îsraîlê yê li Îtalyayê bikin da here wezareta karên derve ya Îtalyayê.
Ev nivîs 121 car hatiye xwendin.




