Bi sedema êrîşên dronî li hinek balafirgehên Moskovayê seferan rawestandin

Bi sedema êrîşên dronî li hinek balafirgehên Moskovayê seferan rawestandin

PeyamaKurd – Li payîtexta Rûsya li Moskovayê bi sedema êrîşên bi dronan (İHA) yên li pey hev, seferên li hinek balafirgehên Moskavayê dan rawestandin.

Ragihandina rawestandina seferên balafiran ji aliyê Ajansa Hewageriya Federal ya Rûsya (Rosaviatsiya) de bi nivîskî hat kirin. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku seferên balafirgehên Domodedovo û Jukovskiy bi sedema êrîşên bi dronan hatine sekinandin.

Wezareta bergiriya Rûsyayê jî di daxwuyaniya xwe de got ku 39 İHAyên Ûkraynayê xistine û şaredarê Moskovayê Sergey Sobyanin jî got ku wan 3 dronan xistine.

Li gor çapemeniya Rûsyayê, li herêmên Rûsyayê yên bi navên Lipetsk û Tulayê bi sedema êrîşên dronî înterneta mobîlan girtine.

Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.