Serok Barzanî pîrozbahiya vekirina Dewreya 20an a kadroyên PDKyê kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî di civîna xwe ya li gel beşdarên dewreya 20an a Peymangeha Pêgihandina Kadroyên PDKhê de, pîrozbahiya vekirina dewreya nû kir û tekezî li ser rola kadroyan di bihêzkirina baweriya neteweyî û xizmetkirina gelê Kurdistanê bê cudakarî kir.
Îro, 21.05.2025an, li Selahedînê, Serok Mesûd Barzanî bi serpereştyar, xebatkar, mamosta û beşdarên dewreya 20an a Peymangeha Pêgihandina Kadroyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re civiya.
Di civînê de, Serok Barzanî pîrozbahiya destpêkirina dewreya nû kir û ji beşdaran re serkeftin xwest.
Wî bal kişand ser rawestgehên dîrokî, cangoriyên PDK û rêbaza Barzanî, her weha girîngiya rola kadroyan di xurtkirina baweriya neteweyî û xwebûna Kurd de destnîşan kir.
Barzanî diyar kir ku erkê kadroyên PDKyê ew e ku bi bê cudakarî xizmeta gelê Kurdistanê bikin û parastina nirxên bilind ên gel bikin.
Her weha, Serok Barzanî rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, Iraqê û guherînên dawî yên li herêmê nirxand, û şîret û rênîşandanên pêwîst pêşkêşî beşdaran kir.
Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.




