Brîtanya: Tu plana me ya pêşwazîkirina Ehmed Şera li Londonê nîne

PeyamaKurd - Hikumeta Brîtanyayê li ser nûçeyên ku di medyaya civakî de belav bûne daxuyanî da ku tê îdiakirin, Londonê Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera ji bo serdanê vexwendiye.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê ji Reutersê re gotiye: "Berevajî tiştên ku li ser torên medyayê hatine belavkirin, niha tu planeke fermî ji bo serdana serokê Sûriyeyê ya li Brîtanyayê nîn e.”
Li gorî parvekirinên li ser platforma Xê hatibû îdikarin ku serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, Ehmed Şera bi fermî vexwendiye Londonê.
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.




