Hesinê destê wî li xeta elekrtîkê ya xwurt ket û can da

PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê li navça Silopiya karkerê bi navê Ramazan Kazandı li taxa Cûdiyê di înşaatê de dixebitî. Dema hesinê di destê xwe de bilind kir, hesin li têla elektrîkê ya xwurt ket û Ramazan Kazandı ji ber elektrîka xwurt ket erdê.
Xeta xwurt ya elektrîkê di ber malê de derbas dibû û çawa hesinê destê Ramazan Kazandı li têlê ket, pê re ket erdê. Li ser bûyerê, tîmên tenduristiyê û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê.
Ramazan Kazandı yê birîndar birin nexweşxana dewletê ya navça Silopiya lê li nexweşxanê can da. Li ser bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.
Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.




