Bi tevlîbûna Mesrûr Barzanî li Washingtonê wê Forûma Enerjiyê lidar bixin

PeyamaKurd – Bi tevlîbûna serokwezîrê Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Washingtonê wê Forûma Enerjiyê lidar bixin. Mesrûr Barzanî wê di panela bi navê ‘Dahatûya Enerjiyê li Herêma Kurdistanê’ de biaxife.
Forûm di 22yê Gulana 2025an de roja Pêncşemêye û li Washingtonê ye. Barzanî wê di derbarê vizyona sektora enerjiyê ya li Herêma Kurdistanê de agahiyan peşkeş bike û behsa derfetên veberhênana di enerjiyê de ya Herêma Kurdistanê bike.
Forûm ji aliyê Enstituya Al-Monitor de tê kirin, wê wezîrê enerjiyê yê DYAyê, gelek pisporên enerjiyê, lêkolîner û diplomat tevlî forûmê bibin.
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.




