Rejîma Îranê 2 girtiyên Kurd bi dar ve kirin

Rejîma Îranê 2 girtiyên Kurd bi dar ve kirin

PeyamaKurd – Rejîma Îranê 2 Kurd, Bêhrûz Fethulahî û Goran Qadirî, bi tohmeta “kuştina bi qest” di girtîgehên Îlam û Sinê de bi dar ve kirin, lê nûçeyên van bidarvekirinan di medyayên rejîmê de nehatine belavkirin.

Li gorî raporên Saziya Mafê Mirov a Hengawê, 2 girtiyên Kurd ên bi navê Bêhrûz Fethulahî û Goran Qadirî ji aliyê rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin.

Roja Şemî, 17ê Gulana 2025an, Behrûz Fethulahî, yê ji bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê, li girtîgeha navendî ya Îlamê hate bidarvekirin. 

Hat ragihandin ku nêzî 5 sal berê bi tohmeta “kuştina biqest” hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Îranê ve mehkûmî bidarvekirinê hatibû kirin. 

Her weha, sibeha roja Sêşemî, 20ê Gulana 2025an, Goran Qadirî, yê ji bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê jî li girtîgeha navendî ya Sinê hat bidarvekirin. 

Hate zanîn ku 3 sal berê bi hinceta “kuştina biqest” hatibû girtin û darizandin, û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve mehkûmî cezayê bidarvekirinê hatibû kirin.

Hengawê tekez kir ku heta niha, medyaya fermî ya rejîma Îranê derbarê van herdu bidarvekirinan de tu nûçe belav nekiriye.

Ev nivîs 228 car hatiye xwendin.