Lavrov: “Ne raste ku em bi agirbesê dest bi çareseriyê bikin”

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku ew li dijî destpêka bi agirbesê ne ku li Ûkraynayê destpêbikin. Lavrov got:
“Eger em bi agirbesê destpêbikin ne çareye. Me berê vêya dît û em car din naxwazin. Li Îstenbolê peyman hatibûn kirin lê Rojavayî ji Ûkraynayê re îmzakirinan qedexe kir.”
Sergey Lavrov, li dijî bangên agirbesa li Ûkraynayê derket. Lavrov got ku berê jî heman leystikê li serê Rûsyayê leyîstine û welatên Rojava nahêlin ku peymanên Îstenbolê yên bi Ûkraynayê re bicîh werin.
Lavrov, ragihandina xwe di wexta seredana xwe ya fermî ya bo Ermensitanê de, kir. Lavrov li Ermenistanê bi serokwezîr Nikol Paşinyan re civiya û xîtabê xwendevanên zankoyê kir.
Lavrov got ku berê di sala 2022an de li Îstenbolê bi Ûkrayna re muzakereyan kirine, di muzakereyan de li hev kirine û weha dewam kir:
“Van peymanan hem me û hem Ûklrayna îmza kirin. Piştî van peymanan Rojavayî îmzakirina peymanan li Ûkraynayê qedexe kirin. Niha dibêjin; ‘haydê ewilî agirbesê bikin û em ê paşî binêrin.’ ‘Na, ev nabin. Me berê van tiştan dît. Em car din van bûyeran naxwazin.’
Lavrov, her weha got ku welatên Ewrûpayê yên wekî Fransa û Îngîltere di DYAyê dixwazin ku givaşan deynin ser Rûsyayê.
Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.




