Cîgirê Serokê berê yê Ukraynayê li Spanyayê hate kuştin

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê berê yê Ukraynayê Viktor Yanukovîç, Andriy Portnov, li paytexta Spanyayê Madrid di êrîşeke çekdarî de hate kuştin.
Wezareta Navxwe ya Spanyayê ragahand, kesên çekdar ên nenas li derveyî Dibistana Amerîkî ya li taxa luxe Pozuelo de Alarcon êrîş birine ser Portnov ê 52 salî û ew kuştine.
Tîmên tenduristiyê yên gihîştine cihê bûyerê, diyar kirine ku di bedena Portnovê zarokên xwe dibirin dibistanê de, herî kêm 3 birînên guleyan hene.
Çavkaniyên polîsên Spanyolî ragihandin ku Portnov dema ku li erebê siwar dibû ji pişt û serê xwe ve hatiye gulebarankirin û êrîşkar paşê reviyaye nava daristanê.
Portnov parêzerî dikir û di hikûmeta Serokê Ukraynayê yê alîgirê Rûsyayê Viktor Yanukovîç de, wekî cîgirê serok kar kiribû. Portnov sala 2014an dev ji kar berdabû û piştî protestoyan di heman salê de bi Yanukovîç re Ukrayna terk kiribû.
Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.




