Arakçî: Em beşdarnebûna danûstandinên bê yên ligel Amerîkayê dinirxînin

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Arakçî, bertek nîşanî daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio da ku gotibû, wê destûr neyê dayîn ku Îran ûranyûmê dewlemend bike.
Arakçî got: "Me berê jî bersiva van daxwazên bêmantiq dabû. Dubarekirin û gotina helwesteke dûr ji aqilan û rastiyê wê meşrû nake. Çiqas rayedarên Amerîkî vê bibêjin jî, tiştek di bingeha pirsgirêkê de naguhere."
Wezîrê Îranê tekez kir ku siyaseta wan zelal e û got: "Careke din dibêjim, lihevkirin hebe yan tunebe, çalakiyên dewlemendkirina ûranyûmê li Îranê dê berdewam bin. Eger aliyê din dixwaze şefafiyet û ewlebiyeke zêdetir li ser bernameya me ya nukleerî û çalakiyên me yên dewlemendkirinê hebe, ev dikare were gotûbêjkirin, mîna ku me berê jî ev kir. Lê belê, divê di hemberî vê de jî ew dorpêçên xwe rakin."
Arakçî herwiha ragihand ku ew niha dinirxînin ka dê tevlî danûstandinên bê yên ligel Amerîkayê bibin an na û wiha pê de çû: "Pêşniyarek hat, em niha dinirxînin ka dê hevdîtin di wê dem û cihê pêşniyarkirî de bikêrhatî be û ka em dê beşdarî danûstandinên pêşerojê bibin an na. Me tu carî dev ji dîplomasiyê bernedaye û em ê her tim di qada dîplomasiyê de bin. Armanca me ya bingehîn li vir parastina mafên gelê Îranê ye."
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, di civîna Komîteya Pêwendiyên Derve ya Senatoyê de ragihandibû ku ew ji bo lihevkirinekê dixebitin ku destûrê nede Îran ûranyûmê dewlemend bike.
Herwiha Rubio got ku heke Îran "rêya derketinê" ya ku Donald Trump pêşkêşî Têhranê kiriye qebûl bike, Îran dê bibe welatekî zêdetir aram.
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.




