Êrîşeke çekdarî li Amerîkayê: 2 karmendên balyozxaneya Îsraîlê hatin kuştin!

PeyamaKurd – Li gorî agahiyan, di êrîşeke çekdarî de li paytexta Amerîkayê, Washingtonê, du kesên ku li Balyozxaneya Îsraîlê ya li Washingtonê dixebitîn, hatin kuştin.
Wezîra Ewlekariya Navxweyî ya Amerîkayê Kristi Noem di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê X got ku du karmendên balyozxaneyê "bi awayekî bêwate" li nêzîkî Muzexaneya Cihûyan li Washingtonê hatine kuştin.
Noem diyar kir ku bûyer tê lêkolînkirin û got, "Em ê vî sûcdarê hov bînin ber dadgehê."
Rêvebirê Buroya Lêpirsînê ya Federal a Amerîkayê (FBI) Kash Patel jî di daxuyaniyekê de li ser X got ku gulebaran li nêzîkî Ofîsa Meydanê ya FBI ya li Washingtonê qewimî.
Patel diyar kir ku ew bi polîsan re ji bo mudaxelekirina bûyerê dixebitin û ragihand ku ew ê agahdarkirina raya giştî bidomînin.





