Nêçîrvan Barzanî biryanameyek îmze kir da ku Îlîncax bibe navçe

Nêçîrvan Barzanî biryanameyek îmze kir da ku Îlîncax bibe navçe

PeyamaKurd – Îro, 22 Gulana 2025an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryanameyek îmze kir ku bi wê dê Îlîncaxa bibe navçe, ku bi ser navçeya Teqteqê yaHewlêrê ye.

Bi pey vê biryanameyê re tê payîn ku xizmetguzariyên giştî ji bo nîştecihên Îlîncaxê hêsantir bibin û rêveberiya herêmî bihêztir bibe. 

Hat ragihandin ku piştî ku Îlîncax bibe navçe, dê bandoreke erênî li ser pêşketina gundên derdora wê jî bike û welatî dê bi kes û hêsantir xwe bigihînin xizmetên giştî.

 

Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.