Mesrûr Barzanî: Li Iraqê federalî nehatiye bicihkirin, Kurdên Sûriyê wê biryara modela xwe bidin

Mesrûr Barzanî: Li Iraqê federalî nehatiye bicihkirin, Kurdên Sûriyê wê biryara modela xwe bidin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di paneleke Konferansa Enerjiyê ya Washingtonê de, bersiva pirsa derbarê egera veguhastina modela federalî ya Iraqê ji bo Sûriyê û bi taybetî piştgiriya Serok Barzanî ji bo yekrêziya aliyên Kurdî yên Sûriyê ji bo çûna Şamê û avakirina hikûmeteke nû, da.

Serokwezîr Barzanî got: "Ka em li Iraqê binêrin, sîstemeke me ya federalî heye. Lê belê federalîzm ne tiştek e ku tenê li ser kaxezê bê nivîsandin û mureka ser kaxezê nîne, divê bê cîbicîkirin. Bêguman, kêmasiyên me di cîbicîkirina destûrê de hene. Em bawer dikin ku federalîzm baştirîn sîstem e ji bo Iraqê; piraniya xelkê Iraqê di sala 2005an de dengê xwe dan wê û dengê xwe dan vê destûra ku niha heye. Ev sîstemeke ku soz daye xelkê Iraqê, lê kêşe jî tê de hene. Ne ku federalîzm bi xwe xirab e û sedem ew e, na, ji ber ku federalîzm wek xwe nehatiye cîbicîkirin. Gelek girîng e dema ku sîstemeke te hebe û rêz jê re bê girtin; ev tişta ku em ji bo Iraqê dixwazin û daxwaz dikin."

Derbarê Sûriyê de, Serokwezîr Barzanî wiha axivî: "Gotinên we ji bo Sûriyê gelek rast in. Serok Barzanî herdu aliyên Kurdî li Sûriyê kom kirin da ku werin Hewlêrê, û ligel herdu aliyan rûnişt û axivî. Em wisa bawer dikin ku   Lê bêguman ev biryara wan bi xwe ye, ango biryara Kurdên Sûriyê ye, ka ew çi cure modelekê rêveberiyê dixwazin û dê çi cure rêkeftinekê ligel Şamê bikin."

Mesrûr Barzanî herwiha got: "Tiştê ku em dixwazin ew e ku em bibînin mafên Kurdan parastî ne û rêz li wan tê girtin. Bêguman ez bawer dikim ku di danûstandinên ligel Şamê de dê bigihîjin tiştekî û sîstemeke ku di berjewendiya hemûyan de be. Niha aloziyên li Sûriyê heta radeyekê kêm bûne, her kes çavê xwe li wê yekê ye ku derfet hebin da ku wan bi kar bînin. Em hêvîdar in Sûriye van derfetan bi kar bîne û ber bi seqamgîrî û xweşguzeraniyê ve biçe."

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.