Li Parlementoya Brîtanya Çalakiya Rêzgirtinê ji bo Şivan Perwer tê lidarxistin

PeyamaKurd – Li paytexta Brîtanya Londonê ji aliyê Centre for Kurdish Progress (CKP) çalakiyek ji bo rêzgirtina hûnermendê navdar ê Kurdistanê Şivan Perwer tê lidarxistin.
Li gor daxûyaniya CKPê wê mazûvaniya civîneke taybet ji bo muzîkjen, helbestvan û çalakvanê îkonîk ê Kurd Şivan Perwer bê kirin û di vê bernameyê de were xelatkirin.
Hate ragihandin ku di vê çalakiyê de parlamenter, nûnerên civaka sivîl û endamên civaka Kurd beşdariyê dikin.
Şeva rêzgirtina bo hûnermendê Kurd Şivan Perwer 2yê Hezîranê li Parlamentoya Brîtanya tê lidarxistin.
Şivan Perwer beriya vê bernameya taybet jî 1ê Hezîranê konserekê li Dominion Centre ya li bakurê Londonê dide.
Li ser sazkirina vê çalakiyê Damezrêner û Rêveberê CKP ev daxuyanî da:
“Em gelek serbilind in ku vê xelatê didin Şivan Perwer, kesayetiyek efsanewî ku muzîk û peyamên wî bo gelek nifşên Kurd û dostên Kurdistanê li çar aliyê cîhanê belav bûye. Dilsoziya Şivan a ji bo çand, zimanê Kurdî û têkoşîna ji bo edaletê bi rêya hunerê ne kêmî tiştekî bêhempa ye. Ev çalakî ne tenê rêzgirtinek ji bo karen wî yên bênavber lê di heman demê de ji bo rola wî ya daîmî wekî dengek ji bo gelê Kurd û çirayek hêviyê di demên dijwar de”
Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.




