Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi wezîrê karên navxwe yê Amerîkayê re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçova seredana xwe ya Amerîka de, bi wezîrê kar û barên navxwe yê Amerîkayê (DYA) bi Doug Burgum re civiya.
Di hevdîtinê de li ser mijarên pêşdebirina têkiliyên stratejîk yên navbera her dû terefan, sektora enerjiyê û li ser rola şîrketên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê axifîn.
Wezîrê kar û barên navxwe yê DYAyê Doug Burgum di axaftina xwe de got:
“Herêma Kurdistanê hevkarekî me yê bi qiymet e. Em gelek razî ne ku têkiliyên navbera Kurdistanê û şîrketên Amerîkayê xwurt bibin. Wê hukumeta Amerîkayê li herêmê bo aştiyê û îstîqrarê desteka xwe dewam bike.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi sedema desteka Amerîkayê ya bo Herêma Kurdistanê sipasiya Amerîkayê kir û got ku wê Herêma Kurdistanê dewam bike û destekê bide aştiyê, îstîqrarê û xebatên geşepêdanê yên li Iraqê û Rojhilata Navîn. Barzanî got:
“Kurdistan her wext bo Iraqê û herêmê bûye ûnsûrekî aştiyê û îstîqrarê.”
Hevdîtina her dû terefan bi taybetî bo xwurtkirina hevkariya enerjiyê, çavkaniyên xwezayî û veberhênanên sektora taybet, wekî gavekî girîng nirxandin.
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.




