Li ser rêya Kelar- Derbendîxanê 3 sporvan mirin û kesekî dijwar birîndar bû

Li ser rêya Kelar- Derbendîxanê 3 sporvan mirin û kesekî dijwar birîndar bû

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê li ser rêya navçên Kelar-Derbendîxanê otomobîlekî li dîrekê xist û şewitî. Di qezayê de 3 kes ên sporvan mirin û kesekî dijwar birîndar bû.

Bûyer, li ser rêya Kelar-Derbendîxanê li devera Bawnûrê qewimî. Ereba qeza kir ya sporvanan ya marka Toyota Crown bû. Piştî erebe li dîrekê xist, agir bi otomobîlê ket. 3 kes li ciyê qezayê can dan. Rêvebirê Nexweşxana Şehîd Ahmed, Aware Fayîq got:

“Kesên ku can dan, yek ji wan bedena wî bi temamî şewitîbû. Di bedena yên din de şopa şewatê tinebû. Bi îhtîmaleka mezin berya erebe bişewite, bi bandora lêdana dîrekê, can dane.”

Cenazên her sê kesên di qezayê de can dan, şandin Tiba Edlî ya bajarê Silêmaniyê.

Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.