Serokê partiya Komunîst ya Hindistanê Amid Şah hat kuştin

Serokê partiya Komunîst ya Hindistanê Amid Şah hat kuştin

PeyamaKurd – Wezîrê karên navxwe yê Hindistanê Amid Şah, ragihand ku serokê partiya Komunîst yê Maosît yê Hindistanê Nambala Keshav Rao hat kuştin. Li gor daxwuyaniya wezîr; sekreterê giştî yê Partiya Komunîst Nambala Keshav Rao bi navekî dinê Basavaraju, li eyaleta Chhattisgarhê li devera Narayanpurê di operasyonekî de hatiye kuştin. Li gor ragihandina Rûdawê; Wezîr Şah gotiye:

“Kuştina ev serpereştê ku bingeha tevgera Naksalitê, di têkoşîna Hindistanê ya li hemberê serhildanê de, di nav 30 salan de cara yekem e. Di operasyonê de bi temamî 27 Maoîst hatine kuştin.”

Serhildana “Naksalit” navê xwe di sala 1967an de li Bengal a Rojava ji gundê Naksalbarî distîne û ji wê salê heya niha ji 12 hezarî zêdetir kes mirine.

Endamên rêxistina Maoîst, ji bo mafên civakên feqîr yên ku li Rojhilatê Hindistanê û navendê ku bi xizanî û newekheviya civakî re rû bi rû ne, bo mafên wan şer dikin.

Şah, ragihand ku li eyaletên Chhattisgarh, Telangana û Maharashtra operasyon dewam dikin, 54 kes hatine girtin û 84 kes jî teslîm bûne.

Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.