Li Amerîkayê (DYA) balafir ket nav jîngehekî

PeyamaKurd – Li DYAyê li eyaleta Californiayê li bajarê San Diegoyê balafira tîpa “Cessna 550” ket jîngehekî. Balafir bi wextê DYAyê seet di 03.45an de ket taxekî nêzî balafirgehê.
Di balafirê de çend kes hebûna nayê zanîn lê modela navborî di navbera 6 heya 8 kesan hildigre. Ciyê balafir lê ketiye li wê derê mijekî zêde hebûye bi bandora ketina balafirê li dora 15 xanî û hinek alav şewitîne.
Îtfaiya San Diego li ser bûyerê ragihand ku di wexta ketina balafirê de mij hebûye, xebatên rizgarkirin û lêgerînê li ciyê bûyerê dewam dikin.
Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.




