Li bajarê Îstenbolê karsazê bi navê İnan Kıraç li ber nexweşxanê revandin

Li bajarê Îstenbolê karsazê bi navê İnan Kıraç li ber nexweşxanê revandin

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Îstenbolê karsazê bi navê İnan Kıraç (87) ji ber nexweşxana bi navê Koç hat revandin. Kesên ew revandin, nasnama wan diyar nîne. Li ber nexweşxanê ew dixin erebeyekî û direvînin.

İnan Kıraç bi sedema zewacekî nûh kiribû keça wî li dadgehê li dijî wî dozekî vekiribû û keça wî xwestibû zewaca wî ya fermî betal bike. Bi sedema vekirina dozê jî mijara dozê ya İnan Kıraç ketibû ser çapemeniyê.

Di dawiya sala 2024an de İnan Kıraç bi jina bi navê Emine Alangoya (75) zewicî bû û zewac di nava malbatê de bûbû sedena gengeşiyan.

Dema İnan Kıraç li ber nexweşxanê ji aliyê kesên nasnama nediyar de hat revandin û ew li erebê siwar kirin, wezîfedarên nexweşxanê xwestin bibin asteng û gotine ku ew nexweşê wan bê hûqûqî ji nexweşxanê derdixin, yên ku Kıraç revandin erebê ajotin ser wan û reviyan.

Keça Kıraç, di doza ku vekiribû de gotibû ku eqlê bavê wê temam nîne û nikare bi serê xwe biryarê bide.

Tib a Edlî jî di rapora xwe de gotibû ku Kıraç bi serê xwe nikare biryarê bide û pêwiste di şûna wî de wasî bê tayînkirin.

Li ser raporê; dadgehê parêzerên wî yên bi navên Atakan Yılmaz û Mert Öztekin bo demkî di şûna wî de wasî tayîn kiribû.

Doza bo tayînkirina wasî, niha li dadgeha Silh Hûqûqê ya Anadoluyê dewam dike.

Polîs, niha ketiye nav tevgerê da wan kesan bigre.

Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.